Meclîsa Zarokan a Mexmûrê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir

Bi tevlîbûna dehan zarokan Meclîsa Zarokên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi daxuyaniyekê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Meclîsa Zarokan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê ragihand ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, weke tecrîda li ser wan pênase kir.

Endama Meclîsa Zarokan Çîgdem Oren daxuyanî xwend.

Oren bal kişand ku ew zarokên Wargeha Şehîd Rustem Cûdi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke vîna xwe ya ramyarî dibînin.” Oren diyar kir ku her heyînên ku neyên rêxistinkirin hebûna wan ne pêkan e û got: “Dema heyînek weke mirov bi taybet zarok neyên rêxistinkirin aramiya civakê çênabe. Ger civakek zarokên wê nerêxistinkirî be di wê civakê de rastî nayên peydakirin. Ji ber ku zarok hebûna rastiya civakê ne. Civakekê li ser rexistinkirin û perwerdeya zarokan gihayî civakekê saxlem û bi tendûrist e.”

Oren bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û destnîşan kir ku ew weke Meclîsa Zarokan a Mexmûr û zarokên Mexmûrê tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin. Oren bibîr xist ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye û bang li tevahî raya gişti kir ku li dijî tecrîda li ser Ocalan bibin xwedî helwest û dengê xwe bilind bikin.

Daxuyanî bi dirûşmên, ‘Biji Rêber Apo’, ‘Biji Zarokên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî’ bi dawî bû.