Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê malavavayî li saziyan kir

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyeke niviskî malavayî li wan sazî û dezgehan kir ku tevlî çalakiyên 3'yê Tebaxê, Salvegera 7'an a Ferman'a ser Şengalê bûne.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyeke niviskî malavayî li wan saziyan kir ku tevlî çalakiyên 3'yê Tebaxê, Salvegera Ferman'a 7'an a li ser Şengalê bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Ji bo beşdariya di çalakiyên salvegera 7 ‘an Fermanê de her wiha çalakiyên li tevhiya Cîhanê hatine birêvebİrin ji Ewropa,Emrîka Heya Kuridstanê, spasiya ciivaka xwe û dostên Êzdiyan dikin ku beşdar bûne di roja 3’ê Tebaxê û û bûna hevparên êşa me.  ''

Di daxuyaniyê de bi domdarî wiha hate gotin:

''Di serî de spas ji bo, Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suryayê, KCD, HDP, TJA, DBP, Operesiyona rojavayê Musiê a artêşa Iraqê, Muduryeta rojavayê Musilê a ewlekariya Niştimî, Polêsên Şengalê bi hemû beşên xwe ve,Malbenda YNK li Şengalê, Opersiyonê Heşda Şabî  a Mûsilê, REJAK, Parêzgeha Silêmaniyê ku  bi şêwazekî dostene pêşwazî li daqxwaza rêveberiya xweser kirin û  di roja 3’ê Tebaxê de ji bo bîranîna cangoriyên fermanê 5 deqeyan tevahiya sazî û dezgehên xwe dane sekinadin.

Ji bo ku li kêleka me bûn,  roja 3 yê tebaxê û êşa şînê ê taziya me para xwe girtin û hêz dane me bi tevlîbuna xwe 

Em bi hêvî ne di salên bê de em bi tevlîbuneke xurtir û amadebûna hêjmarek dîlgirtiyên xwe ku heya nihe di destê DAÎŞ’ê de ne em merasimê bigerînin. 

Her wiha ji parêzgehên Kurdistanê , gelê kurd û li zankoya Muslê li her cihê lê kar hatî sekinandin û rawestan ji bo qurbaniyên fermanê em wana  silav dikin û rêzdariya xwe pêşkêşî wan dikin.''