Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê: Em êrîşa li ser Mexmûrê şermezar dikin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de diyar kir ku ew êrîşa li ser Mexmûrê şermezar dikin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de diyar kir ku ew êrîşa li ser Mexmûrê şermezar dikin.

Daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê wisa ye:

“Em li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê vê êrîşa li ser wargeha Mexmûrê şermezar dikin û bang li hikumeta Iraqê dikin ku xwedî li gelê wargehê derkevin û ji berpirsên vê êrîşê hesaban bipirse. Em her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku bila peywira xwe bi cih bînin.

Ji ber ku li Wargeha Mexmûrê nêzî 15 hezar welatî lê dijîn û ev serê bîst salan e ku li ser gelê Mexmûrê êrîş tên kirin. Berpirsên van êrîşan jî Tirkiye û hêzên wê yên hevkar ên herêmê ne.

Ji ber ku ev êrîş li ser axa Iraqê pêk hatiye, pêwist e hikumeta Iraqê daxuyaniyê bide.

Em wek gelê Êzidî vê êrîşê şermezar dikin û diyar dikin ku bila Tirkiye baş bizanibe ku wê gelê me rojekê tola xwe hilînin.”