Meclîsa Şengalê ya Dîaspora 15'ê Tebaxê pîroz kir
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û destnîşan kir, ku girîng e herî zêde civata Êzidî xwedî li vê rojê derkeve.

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê bi munasebeta 31. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê peyamek weşand û Cejna Vejînê pîroz kir.
Meclîsê bibîr xist ku bi darbeya faşîst a cûntaya 12'ê ÎloNê re roj tarî bû, guh ker bûn, ziman lal bûn, tirs û xof ketibûn dilê her kesî û bal hat kişandin ser berxwedana bêhempa ya pêşengên PKK'ê yên li zîndanan.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk û generalên wan bi girtin, binçavkirin, zilm, îşkence û zordariya li gelê Kurdistanê re îdîa dikin ku wan PKK qedandine û hat gotin, "Lê bi pêşengiya fermandarê mezin Mahsûm Korkmaz (Egîd) de Hêza Rizgariya Kurdistanê hat îlankrin û di 15'ê Tebaxa 1984'an de li Dihê û Şemzînanê çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin."
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê da xuyakirin ku fîşeka destpêkê ya hat teqandin tirsa di nava gel de ji holê rakir û ji bo leşkerên Tirk bû tirseke mezin. Meclîsê got, "Şitla di wê rojê de hat çandin îro bûye dar û gel li bin siya wê darê rûdinên."
Daxuyanî bi vî rengî bi dawî bû:
"Em weke civata Êzidî divê ji her kesî bêhtir xwedî li wê roja vejînê derkevin. Ji ber ku ne ew roj bûya, îro me nikarîbû behsa hebûna Êzidiyên li bakur bikira. Êzidiyan ev yek xweş nas kir û bi dehan keç û xort tevlî şoreşê bûn. Bi dehan şehîd çêbûn. Em weke Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê soz didin ku em ê rê nedin ti kes bi pêşeroja gelê me bilîze."