Meclîsa Rêveber a Minbicê hate îlankirin

Meclîsa Sivîl a Minbicê, îro bi civînekê Meclîsa Rêveber a Minbicê îlan kirin.

Civîna Meclîsa Sivîl a Minbicê bi dawî bû. Di dawiya civînê de jî encamnameya civînê hate ragihandin.

Di dawiya civîna Meclîsa Sivîl a Minbicê de, Melîsê encamnameya civînê eşkere kir. encambname ji aliyê Hevserokê Meclîsê Farûq El-Maşî ve, hat xwendin.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku tevî ku aloziya Sûriyeyê dikeve sala xwe ya 7’emîn, kiryarên kuştin û xerabiyan li herêmê hê jî didomin. Ev tişt hate gotin: “ Ti hêvî nîne ku çareseriyek ji aliyê hêzên navneteweyî ve were peydakirin. Di encama kiryarên rêxistinên terorîst û sîstema Baas a desthilatdar de, bi sedhezaran sivîl bûn qurbanî û piraniya bajarên Sûriyê hatin rûxandin.

Bi destpêkirina aloziyê re, komên çete derbasî herêmê bûn û ji bo berjewendiyên ajande û berjewendiyên ku xizmeta gelê Sûriyeyê nakin, hatin bikaranîn. Sûriye veguherî qada şerê di navbera hêzên herêmî û navneteweyî de. Ji bo ku rewşa trajediyê bê derbaskirin, çareseriya siyasî rêya herî guncaw ji bo bidawîkirina aloziyê û avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî ye.”

Her wiha di encamnameyê de hate bibîrxitin ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, gelê Minbicê ji bo azadiyê têdikoşe û bal kişand ser van sixûsan: “Di 21′ê Çileya sala 2014′an de bajar ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hat dagirkirin, çeteyan li herêmê gelek kiryarên kuştin, revandin, xerabî û wêrankirin bi serê gelê herêmê anî. Meclîsa Sivîl a Minbicê li ser daxwaza gel di 5′ê Nîsana sala 2016′an de hat avakirin, da li gel Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajar rizgar bike. Minbic di 12′ê tTbaxa sala 2016′an de hat rizgarkirin û li ser bingehê jiyana hevbeş ji aliyê Meclîsa Sivîl ve hate rêvebirin.

Meclîsa Sivîl a Minbicê tevî derfetên kêm, xebatên rêxistinkirina bajêr da meşandin, dibistan, navendên tenduristiyê, Desteya Dada Civakî, Sazî û Şaredariyên Gel, Komîteyên Parastin û Xizmetê jinûve ava kirin, sîstema Hevserokatiyê di hemû Saziyan de dane rûniştandin. Di vê demê de hewldan têne kirin ku Meclîs bê firehkirin, da hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Turkmen, Çerkes û Çeçen bigire nav xwe.Wê li esasê demokrasiyê, hevpeymana civakî, biratiya gelan û jiyana hevbeş, mafê hemû pêkhateyên bi hemû ol, mezheb û çandên xwe, were parastin û hişmendiya parçebûnê ku sîstemên desthilatdar di navbera pêkhateyan de ava kirine, were hilweşandin.

Sûriye bi aboriya xwe û xêrên xwe yên binerd zengîne û dikare ji gelê herêmê re jiyaneke birûmet bafirîne. Wek Meclîsa Sivîl a Minbicê, erka me ye ku em welatê xwe ji rewşa trajediyê rizgar bikin û hêviyên gelên herêmê pêk bînin.,alozî bi danûstandinên Sûriye-Sûriyeyê tê çareserkirin. Em spasiya hemû QSD′ê û hemû hêzên ku bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin, dikin.″

Di dawiya civînê de Meclîsa Rêveber a Minbicê ji 15 kesan, hat avakirin.