Meclisa Mexmûrê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ji raya giştî re nameyek şand

Meclisa Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi nameyekê bertek nîşanî bêdengiya saziyên peywendîdar a li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser wargeha wan pêk tîne da û bang li wan kir ku bi erka xwe rabin.

Meclisa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ku ji Kanûna 2017’an heta bi niha li ser wargehê pêk tîne û di encama wê de bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, nameyek ji Neteweyên Yekbûyî (NY), hikumeta navendî ya Iraqê, saziyên mafên mirovan û yên civaka sivîl ên navneteweyî û gelek kesayet û parlementeran re şand.

Meclisê di nameya xwe de îşaret bi bêdengiya NY, hikumeta Iraqê û saziyên sivîl û yên mafê mirovan ên navneteweyî ya li hemberî êrîşên nehiqûqî yên dewleta Tirk a dagirker da û ji wan xwest ku bi erka xwe rabin.

Berfirehiya nameya meclîsê ya bi sernavê “Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji êrîşên dewleta Tirk biparêzin” wiha ye:

Wek gelê Wargeha Mexmûr ji sala 1994’an vir ve ji ber êrişên dewleta Tirk ên çewisandin, komkujî zordarî û siyaseta talankirinê ya li hember Kurdan em neçarbûn koçberî axa Iraqê bibin. Gelê me di dema vê penaberiyê de pir êş û jan kişandin. Ji ber siyaseta li hember me dihat pêşxistin em neçar bûn ku 8 caran koçberî cihen cûda bibin. Herî dawî di sala 1998’an de êdî em li Wargeha Mexmûrê bicîh bûn. Li wargeha Mexmûrê li hemberî hemû şert û mercan ji bo jiyana xwe bidin berdewam kirin me civakbûna xwe parastiye. Em şêniyeke bi qasî 11 hezar kesî ne. Rejeyeke mezin a vê şêniyê ji jin û zarokan pêktê. Herêma ku em têde jiyan dikin her çîqas li ser xala 140 be, lê di aliyê îdarî û ewlekarî de bi awayê fermî girêdayî Parêzgeha Musilê ye.

Wargeha me di hemû kêliyên jiyana xwe ya penaberiyê de,bi polîtîkayên dewleta Tirk ên ji holê rakirin û înkarkirinê re rû bi rû maye. Peneberên ku li Wargeha me jiyan dikin û dîsa êşên ku di van deman de hatine jiyan kirin sebebê vê yê sereke ev polîtîkayên dewleta Tirk yên înkarkirin û qirkirinê ne. Di roja îro de ev polîtîkaya êrişkariyê ya li ser wargeha me êdî bûne tiştekî rojane. Ji Kanûna 2017’an ve bê navber wargeha me bûye armanca balfirên şer û yên bê mirov ên dewleta Tirk. Bi sedan km dûrî sînorê xwe bi balafiran tê û wargeha me bombebaran dike û komkujiyan pêk tîne. Li hemberî vê di serî de hikûmeta Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistan û NY xwe li hemberî van êrîşên hovane kor, ker û lal kirine.

Di van êrîşan de diyar bûye ku di aliye ewlehî de jiyana wargeha me di xeteriyeke mezin de ye, ev yek di nava gel de jî bûye cihê gumanên mafdar. Bêdengmayîna hikûmeta Iraqê û hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê; her wisa bi rexmî ku wargeh di bin sîwana NY’yê de ye, lê li hemberî van bûyeran heya niha bêdeng mayîna wê gel dixe nava xof û gumanan. Her wiha rêxistinên sivîl, saziyên parastina mafên mirovan jî li hemberî van êrişkariyan weke tê xwestin hestiyar tevnagerin. Ev nêzîkatiyane hemû dibine sedemê rewakirina êrişan û rêvekirina ji qetilkirina hemwelatiyên wargehê yên penaber ku delweta Iraqê û NY ji parastina wan berpirsyar e.

Li gel êrîşa ku di 05/07/2022 an ev cara 9. e ku wargeha me ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombabarankirin û ji van êrişên dewleta Tirk me gelek windahiyên canî û gelek zerer û ziyana maddî gihaye hemwelatiyên wargehê. Li kêleka windahiyên canî û zerer û ziyanê maddî di aliyê derûnî de bandoriyên mezin ên nerênî li ser civaka wargehê bi taybet zarokan daye çêkirin.

Bi rojane gerana balafirên bê mirov yên bi çek li ser wargeha me bandoriyek nerênî li ser derûniya gelê me çêdike, bi taybet hebûna rojane ya balafirên dewleta Tirk li ser wargehê derûniya zarokên me têk daye. Di rewşên asayî de dema zarok di rê de dimeşin berê xwe didin erdê ji bo ne kevin, lê zarokên me yên wargehê dema dimeşin berê xwe didin esmanan ka balafir digerin yan na, yan wê kengê balafir wan bombabaran bike. Ev rewş bi serê xwe sucên mirovahiyê ne, ji ber ku zarok êdî nikarin bi xwezayî zarokatiya xwe jiyan bikin. Her wiha ev rewş metirsiyekî mezin di jinan û dayikan de dide çêkirin. Ji ber ku her kêliyê ew, di bin xeteriya ka wê kengê zarok û malbatên wan bên bombabarankirin de ne.

Ji ber ku wek gelê wargehê me gelek berdêlên giran di encama van êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de dane û her roj em berdêlan didin. Ji sala 2017`an heya niha 15 hemwelatiyên wargehê bi êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ve hatine qetilkirin û bi dehan hemwekatiyên wargehê di encama van êrîşan de birîndar bûne. Her roj guman û tirsa emê ji aliyê dewleta Tirk ve bên qetilkirin, di mejiyê hemwelatiyên wargehê de ye.

Wek gelê wargehê em di serî de bang li dewleta Iraqê, hikûmeta navendî ya Iraqê, NY’yê, saziyên civaka sivîl, hemû aliyên peywendîdar û kesayetên demokratîk dikin ku li hemberî van êrîşên hovane yên dewleta Tirk yên li ser wargeha me pêktîne bibin xwedî helwesta pêwîst û li gelê wargehê yê penaber xwedî derkevin.”