Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê bi wesayîtên zirxî û leşkeran ve ketiye nava hewldana têlkirin û dorpêçkirina Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê kontrol bike. Li ser vê yekê xelkê Mexmûrê ji 7 salî heta 70’ê salî 6 roj in şev û roj li ber xwe didin.
Vê sibehê artêşê li cihên stratejîk ên dorî Mexmûrê hewl dan leşker danin û bi wî rengî Mexmûrê bixin di bin kontrola xwe de.
Li ser vê mijarê û dîsa hatina şandeya Neteweyên Yekbûyî û aloziyên heyî Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yusif Kara ji ANF’ê re axivî.
Xisûsyetên ku Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yusif Kara bal kişandî ser wiha ne:
‘TIŞTA TÊ FERZKIRIN NE QANÛNÎ Û NE REWA YE’
“Ev pêvajoyeke di navbera me û hikûmeta Iraqê de hinek alozî derketine, bi taybet van rojên dawî gihişte asta jor, me nedixwest bigihêje vê astê. Me pir rengî ji bo wan ragihandibû ku em naxwazin navbera me û we alozî û şerek rû bide. Em dixwazin hûn me fam bikin. Tişta ku hûn dixwazin ferz bikin, ne rewa û qanûnî ye. Me daxwazên xwe bi saziyên cihê re nîqaş kir.
‘KONSEPTEKE PIR ALÎ YE’
Ev konsepteke, ev derdikeve pêş, pîlan û bernameyek bi dewleta Tirk re çêkiriye. Dewleta Tirk jî vê vekirî dibêje, Mala Barzan vê dibêje, dewama 9’ê Cotmehê ye. Li ser giştî Kurd û Kurdistanê konseptek heye. Di vê mijarê de Neteweyên Yekbûyî (NY) heye, heta astekê hêzên koalîsyonê ya li dijî DAÎŞ’ê jî hevkarê vê ne, xwe li ber vê ker, kor û lal kirine, ev hemû wê nîşan dide ku konsepteke berfireh li beramberî sîstem û rêveberiya me ye. Eger ku tecrîde giran li ser Rêbertiya me heye, ev li gel wê de dimeşe. Ji ber ku li ser wê fikrê ye.
Çend roj in aloziyên dijwar rû didin. Berxwedana me ji vê tevger û felsefê girtî, pir êrîş çêbûne. Talan kirin, di nava kampan de me kuştiye, dîrokek kevnar a vê penaberiyê heye. A ji vê hate girtin serê xwe ti demê natewîne û bi vîna xwe serbilind bijî û hilbijartiye. Ev nîşanî raya giştî ya Kurdistan û cîhanê daye. Tiştên di van rojan rû didin, cihê serbilindî û serfiraziyê ye. Nimûna vê kêm in.
‘BERXWEDANÊ HETA ASTEKÊ PÊŞÎ GIRTIYE’
Em nikarin bêjin gav bi paş ve avêtiye, berxwedana hatî heta astekê pêşîgirtinek lê kiriye. Aniye ser xetekê, helwesta wan weke berê nîne. Lê dîsa li ser ya xwe israr dikin. Dibêjin ‘biryar dewlet û hikûmetê ye.’ Di aliyê me de ti rewatî nîne.
‘NY BÛYE HEVKARÊ MALA BARZANÎ Û TIRKIYE’
Neteweyên Yekbûyî ev demek bû ji wargehê qut bûbûn, statuya xwe ya siyasî ji aliyê NY ve hatibû qezenc kirin. Nasnameyên NY ku mohra NY li ser ji bo me hatin çêkirin. Ev ji bo ti penaberî nehatiye çêkirin. Dema em derbasî Iraqê bûn, rêveberiya Iraqê piştî hilweşîna rejîma Baas ew bendên peymana navneteweyî ya penaberan îmze kirî, li ser me didan pêkanîn. NY j iber zextên PDK’ê û Mala Barzan û berjewendiyên bazirganî, taybet nûnerên NY yên li herêmê kar dikirin, ketin bin bandora van aliyan. Qanûnên xwe yên li ser jin û zarokan, giştî penaberan di aliyê me de binpê kirin. Hemû bi îdayên vala û bê bingeh, bi hevkariya Mala Barzan û Tirkiye raporên sext û bê bingeh çêkirin. Ev jî kir ku zextek li ser me bê çêkirin. NY mîsyona xwe ya li ber me penaberan ti awayî pêk neanî. Pêk anîn be jî dijminahî kir, şûna çareserî pêk bîne, di gelek alî de dijminî kir. Ji bo kamp vala bibe çi bi desta bê di gelek astan de pêk anîn.
‘BERXWEDANA MEXMÛR Û DERVE KIR NETEWEYÊN YEKBÛYÎ CAREKE DIN VEGERE KAMPÊ’
Ji ber vê berxwedana Mexmûrê careke din hatin wargehê. Berxwedana gel û ji derve kir ku NY vegeriya wargehê. Sala 2018 carek hat ew jî beşa wê ya ewlehî bû. Li nava kampê geriyan û çûne. Heta 2022 li Bexda û Mûsil hevdîtin çêbûn, lê ti kareke erênî nekirin. Îro jî hatin xwestin fêm bikin, çi bûye. Me pê re rûnişt, nîqaş kir. Neheqiya vê dewleta Iraqê dike, pir vekirî got. Gotin wê nîqaş bike, ev jî wê dem diyar bike. Hevdîtinê me wê dewam bikin, ku wan bikişînin ser rastiya qanûnên wan ku îmze kirî.
‘PIŞTEVANIYÊ XURT BIKIN’
Pêvajoyeke giran e, ne ji rêzê ye, wê bi berxwedanê serketin pêk bê. Hêviya me bi me ye. Em weke netewa Kurd, li Kurdistan û derveyî Krudistanê li xwe derkevin, tişta em ser nekevin nîne. Bang li gelê welatperwer, welatparêz ên dilê wê ji vê tevger, gel û şoreşê re dikin, di tengasiyên wiha de piştevaniya xwe xurt bikin. Her kesê ji bo me daketin qadan spasiya wan bikin.”