Meclîsa Gel a Binarê Qendîl: Helepçe nayê jibîrkirin

Meclîsa gel a Binarê Qendîl di derbarê salvegera kîmyabarana li ser Helepçe daxuyaniyek da û şehîdên komkujiyê bi bîr anîÇ

Meclîsa gel a Binarê Qendîl di derbarê salvegera kîmyabarana li ser Helepçe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, ger pêşiya êrîşên dijmin neye girtin wê komkujiyên wek Helepçe pêk bên.

Daxuyanî ji aliye Hevseroka Şarewanî ya Bînarê Qendîl Gulela Osman hate xwendin û wiha hat gotin; “Îro 30. salvegera komkujiya Helepçe ye. Hêzên dagirker a li Rojhilata Navîn, herêmên Mezopotamya û Kurdistan dagir kirine. Di encama nakokiyên di navbera Kurdan de jî azadiya Kurd û Kurdistan pêk nehatiye, ji bo vê hêzên dagirker gele Kurd bê nasname û bê ziman dikin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku 16’ê Adarê di mêjiyê gele Kurdistanê de rojeke reş e û wiha berdewam dibe; “Di 16’ê Adara sala 1988 di mêjiyê gele Kurd de rojeke reş e. Di rojekî wekî îro rejîmê Baas a di serokatiya Saddam bi hêzên xwe ve bi şêwazî wehşiyane ji derveyi mafê mirov bi çeken kimyewî êrîşî Helepçe kirin û di encamê de 5 hezar mirov şehîd bûn, her wiha bi hezaran kes jî birîndar û koçber bûn. Heya roja îro jî birîndarên komkujiyê şehîd dikevin. Heya niha jî gele Kurdistan û bi taybet gele Başurê Kurdistanê hêj koçber dibin komkujî her berdewam e. Komkujiyên wek Qamişlo, Helepçe, Şengal û êrîşên wehşiyane a dewletê faşist ya Tirk li hember kantona Efrîn li pêş çavên hemû cîhanê de pêk tê. Bêdengiya hêzên navdewletî û Netewên Yekbûyî jî a li hember komkujiyên li ser Kurdan berdewam e.”

Di dawiya  daxuyaniyê de bêdengiyan hêzên Navdewletî hevkariya wan a bi Tirkiyê û dijminên Kurdan hat şermezarkirin û daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû; “Ji bo vê yeke em wekî gele Binarê Qendîl Meclîsa Gel û Şarewanî ew komkujiya 16’ê Adarê sala 1988’an a li ser Helepçe şermezar dikin û êrîş û dagirkeriya li ser Efrîn qebûl nakin û em sere xwe li hember şehîdên Helepçe û şehîdên Kurdistanê ditewînin.”