Gelê Êzidî piştî fermanê ev cara duyemîn e ku kongra xwe ya Meclîsa avaker li dar dixe. Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hecî Hesen armancên lidarxistina kongreyê ji ANF re nirxand.
Hecî Hesen armanc û hedefên lidarxistina kongrê wiha şirove kir: “Ev kongire li ser esasê ku em meclisa xwe berfireh bikin û dewlemend bikin, hin mirovên nû, ku bixwazin kar û xebatê bikin hate lidarxistin. Bi mebesta ku li Êzidyatiya xwe xwedî derkevin me jî biryar girt ku vê kongreyê lidar bixin.”
Hesen bal kişande ser Meclîsa Avaker a berê û wiha got: “Endamên mecilsa berê 34 kes bûn, hinekan ji van nedixwestin carekî dî di meclîsa nû de cih bigirin, xwe vekişandin. Em keda wan endaman pîroz dikin. Di vî kongreyê de hin kesên nû tevlî meclisê bûn. Berê hejmara meclisê 34 bûn, niha endamên meclîsê bûne 101 kes. Me hejmara xwe zêde kir. Ji ber ku di dema pêş me de pêwîstiyê me bi endaman hene. Ji ber ku gundê me hatine rizgarkirin û xelkê me wê vegere ser cih û warê xwe. Pêwîstiyê wan bi xizmetê heye, divê her gundekî meclisa wê were avakirin.’’
Hesen diyar kir endamên meclîsê 101 kes in, lê wê ji bo kesên ku bixwazin tevlî meclîsê bibin rê vekiriye an ne û wiha pêde çû: “’Biryar nehatiya girtin ku wê meclis vekirî bimîne yan jî wê were girtin. Ev biryar biryara meclisê ye. Her salê wê kongreya meclîsê were lidarxistin. Hevserokê meclisê hatin hilbijartin. Ez wek endamê meclisê yê berê dîsa hatim hilbijartin, ez hêvî dikim, em bikaribin vê erk û doza ku me rakirî ser milê xwe rakin û xizmetê ji miletê xwe re bikin.’’
Hesen di dawiyê de ev tişt got: “Em nikarin îro bangewazî bikin, em bêjin bila gel tevlî meclisê bibin. Ji ber ku em nizan wê vekirî bimîne yan jî wê girtî bimîne. Ji aliyê dî ve em bangawaziya xwe digihînin keç û xortên Êzidî û dibêjin îro roj roja berxwedanê ye. Êzidî bila tevlî YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê bibin. Ez bang li her kesî û bi taybet kesên pispor dikim ku werin û tevlî saziyekê bibin. Îro YBŞ-YJŞ li ber dijî dijmina sekinîne, pêwîste gelê me rabê ser piya.”