Meclîsa Şengalê fermandarê gerîla Herekol bi bîr anî

Meclîsa Şengalê, ji fermandarên HPG'ê Dilşêr Herekol bi bîr anî ku meha Cotmehê li Hatayê şehîd bû. Dİ daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Herekol sala 2014'an li dijî êrişên qirkirinê yên DAÎŞ'ê, Şengal parastibû.

Gerîlayê HPG'ê Huseyîn Acar Dilşêr Herekol) li quntara çiyayê Amanosan ê navçeya Dortyol a Hatayê di 18'ê Cotmeha 2020'î de di êrişa hewayî de şehîd bûbû.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Dilşêr Herekol bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Di daxuyaniya meclîsê de sersaxî ji malbata Herekol hate xwestin û wiha hate gotin: "Dema xeterî li ser Şengalê çêbû Fermandar Dilşêr bi 12 siwarên xwe ve berê xwe da wargeha Miqedest Şengalê. Beriya êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê de, Fermandarê nemir Dilşêr gelek hewl dan kir ku rê li pêşiya êrişan bigire. Lê, ji ber hebûna zêde ya pêşmergeyan ti kesî bawer nekir ku wê Şengal were firotin û bi hêsanî ji DAIŞ’ê re were valakirin.

Di dema fermana 3’yê Tebaxê de Şehîd Dilşêr bi 12 siwariyên xwe re erka xwe ya dîrokî ji bo civaka Êzidî pêk anî. Bi berxwendan û parastina çiyayê Şengalê û parastina civaka Êzidî ya ji çeteyên hov ên DAIŞ’ê Şehîd Dilşêr bû Derwêşê serdemê.

Ked û têkoşîna Şehîd Dilşêr û hevalên wî nehişt çeteyên DAIŞ’ê bigihîn armanca xwe ya tinekirina ola Êzidiyan. Di dema ku di 3’yê Tebaxê de berê hovitiya xwe dan Şengalê, hêzên ku xwe xwediyê Şengalê didîtin, ji nişka ve jin, zarok, kal û tevahiya civaka me di nava pencên çeteyan de hiştin. Gerîla li ser biryara Rêber Apo ji bo parastina Êzidiyan, xwedî li civaka Êzidî derketin. Şehîd Dilşêr ji wan re pêşengî kir. Her kesî, heta kevir û darên çiyayê Şengalê ked û rola gerîla ya ji bo parastina Şengalê dîtin û ev yek nayê înkarkirin.

Piştî rê li ber fermanê hate girtin, Şehîd Dilşêr Herekol yekemîn kes bû dest bi perwerdekirina ciwanên Êzidî kir û bi saya wan şehîdan YBŞ’ê û YJŞ’ê hatin avakirin ku bûn hêzên  parastina Êzidayan ên ebedî. Şengala ji ber çeteyan hatî valakirin, niha gel pêl bi pêl divegerî û bi azad jiyan dikin. Civaka Êzidî sazî û rêxistinên xwe dane avakirin û xwe bi rêve dibin. Weke gelê Êzidî em ê qet van destkeftiyan ji bîr nekin ku bi keda şehîdan û Dilşêran hatine bidestxistin. Em soz didin ku xewn û xeyalên şehîdan xwedî derkevin. Heta dawî ji bo Şengalek xweser  em ê têkoşînê bikin. Em ê li hemberî her êrişek li ser destkeftiyên şehîdan li ber xwe bidin."