Meclîsa Îştar a Mexmûrê êrişên PDK'ê şermezar kir

Meclîsa Îştar a Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî li dijî êrişên PDK'ê bang li her kesî kir ku dakeve qadan.

Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişên PDK’ê yên li ser gerîlayên azadiyê û Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li ber derê Meclîsa Îştar ya wargehê bi tevlîbûna dehan jin û dayikan hate dayîn.

Beriya ku daxuyanî were xwendin deqeyek rêz ji bo bîranîna tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaredariya Wargehê Rojîn Benek ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"5 mehe ji aliyê hêza duyemin a NATO’yê ve li ser Hêremên Parastinê yên Medyayê, êrişek topyekûn heye û dixwazin xaka Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bikin. Lê heta niha jî dewleta Tirk nekariya pêşbiçe û di çiyayên azad de têk çûye. Dewleta Tirk çekên kîmyewî bikartîne û ev yek sûcê şere. Civaka navnetewî jî dijî vî sucê şer ê dewleta Tirk bêdenge. PDK di dîrokê de hertim rola xwe ya xiyanetê leyistiye û dixwaze destkeftiyên gelê Kurd tine bike. PDK kiryarên ku ne li gorî netewa Kurdane, raber dike. Herî dawî çekdarên PDK’ê kemîn danî ber komek gerîla û di encamê de 5 gerîla şehîd xistin. Em vê yekê şermezar dikin û van kiryarên PDK’ê qebûl nakin. Bêdengiya gelê Başûr jî cihê rexnê ye. Dem hatiye ku gelê Başûr li hemberî kiryarên PDK’ê bêje êdî bese û van helwestên PDK’ê şermezar bike.

PDK vê carê jî hewildide bi hêcetên cûda biçe Şengalê û desthilatdariya xwe ava bike.  Gelê Şengalê rastiya PDK’ê baş dizane û van kiryarên PDK’ê qabul nakin.  Em wek jinên Wargeha Mexmûrê sekin û berxwedaniya gelê Şengalê silav dikin û pîroz dikin. Em bang li hêzên navnetewî dikin, ji bo ku carek din Şengal di komkujiyê re derbas nebe, dengê xwe derbixin û xwedî helwest bin.

Em bang hezên navnetewî dikin, li hemberî êrişan, bi erka xwe rabin. Divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dijî van êrişan dakevin qadan. Em hemû cûreyen êrişên ku li ser Herêmên Parastina Medya û Şengalê şermezar dikin."