MEBYA-DER'ê rapora 2020'an weşand

MEBYA-DER'ê rapora salê weşand, diyar kir vê sala dawî 84 malbatên ku zarên wan di demên cuda de şehîd bûne serî li wan dane, 7 malbat li gel ku testên wan ên DNA'yê li hev kirine jî cenezayên wan nedane wan.

Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya li Dergûşa Şaristaniyan Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) rapora xebata salê bi raya giştî re par ve kir. 

Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas got sala 2020'an li Kurdistanê û Tirkiyê pir giran derbas bûye, şer giran bûye, aborî têk çûye û rizîbûna civakî geştir bûye.

Almas ragihand 84 malbatên ku zarokên wan di demên cuda de şehîd bûne serî li wan dane, 32 malbatan cenaze standin, 7 malbat li gel ku tişta ku hatiye xwestine kirine û DNA'yê wan li hev hatine jî cenaze nedan malbata.

Almas her wiha got li 4 gundên Farqînê ya Amedê polîs û leşkerên Tirk 24'ê Nîsana 2020'an zirar dane gorên gerîlayan HPG'ê û her wiha êrîş birine ser malbatan jî.

Almas bi bîr xist ku cenazeyê Egîd Îpek ku 2017'an li Dersimê di şer de şehîd bûyî dewleta Girk Gulana 2020'an bi kargoyê ji malbatê re şandye, li dijî vê li nav raya giştî helwesteke xurt derketiye û diyar kir dewleta Tirk dema tespîta cenaze, veşartin û sersaxiyê de bi hişmendiya êşkenceya sîstematîk tevdigere.

Almas her wiha bi bîr xist ku dewleta Tirk li Licê ya Amedê jî êrîş biriye ser gorên gerîlayên HPG'ê, zirar daye gorisstana li Çemê Elîka ya gundê Sipînîge û ya  li taxa Lîçokê.

Almas bang li desthilata Tirk kir ku bes van nehiqûiyan bike û hew êrîşê bîne ser cenazeyan û diyar kir ew ê li dijî van êrîş û neheqiyan têbikoşin.