MEBYA-DER: Di ser cenazeyan re êşkenceyê li malbatan dikin

MEBYA-DER'ê ragihand ku dewleta Tirk cenazeyên gerîla yên teşhîskirî jî nadin malbatên wan û bi vî rengî êşkenceyê li malbatan dike.

Hevserokê Komeleya Yekîtî û Çandê ya Piştevaniya Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) ya Şirnexê Serhat Kuçuk, têkîldarî pêkanînên li ser cenazeyên gerîlayan û zehmetiyên ku malbat dikişînin axivî.

Serhat Kuçuk bal kişand ser astengiyên ku dewleta Tirk datîne pêşiya malbatên gerîlayan û got, "Ji roja em hatine ser peywirê û ve em bi gelek zehmetiyan re rûbirû mane. Gelek malbat ji bo ku cenazeyên zarokên xwe bistînin, ji metropolên Tirkiyeyê û bajarên Kurdistanê tên Şirnexê. Malbatên ku li ser medyaya tirkî û medyaya civakî dibînin ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, berê xwe didin Şirnexê. Malbatên ku tên Şirnexê cenazeyên zarokên xwe nas dikin û teşhîs dikin. Lê belê cenazeyan nadin û dibêjin divê ji bo testa DNA’yê nimûneya xwînê bidin. Testa DNA’yê herî zêde di 10-15 rojan de bi encam dibe. Lê bi 6-7 mehan eşkere nabe û malbatan didin sekinandin. Dema ku testa DNA’yê bi encam dibe jî agahî nadin malbatan. Piştre cenaze bêyî ku werin şuştin û wecîbeyên olî pêk bînin li goristana bekêsan vedişerin."

Kuçuk anî ziman ku malbat cenazeyên zarokên xwe teşhîs dikin, lê belê dewlet bi rêbazên cuda cenazeyên zarokên wan radestî wan nakin û wiha got: "Malbatên ku cenazeyên zarokên xwe wernagirin, xew nakeve çavên wan û nerehetin. Di vê pêvajoya cenaze wergirtinê de malbat gelek diêşin. Em ji malbatan re dibin alîkar. Piştî ku li ser xwîndayinê meh derbas dibin cenazeyan didin malbatan. Lê vê carê jî malbatên ku tên cenazeyên zarokên xwe werbigirin, heta derengiya şevê têne sekinandin. Ji van malbatan re dibêjin ku bila ji bilî dayik, bav û çend kesan kesek tevlî merasîma cenaze nebe. Piştî ku dikujin jî êşkenceyê li cenazeyan dikin û nahêlin ku malbata cenazeyan li gorî daxwaza xwe defin bikin."

Kuçuk destnîşan kir ku ne hewce ye malbat ji bo testa DNA'yê werin Şirnexê û malbat dikarin li bajarên ku lê dimînin jî serî li nexweşxaneyan û dozgeriyê bidin.