Ebdî têkildarî goristana şehîdan a li Efrînê bang kir: Vê qirkirinê rawestînin

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî nerazîbûn nîşanî derxistina cenazeyên şervanên YPG-YPJ û sivîlan ên li Efrînê da û got, "Vê qirkirinê rawestînin."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî nerazîbûn nîşanî vekirina gorên şehîdên YPG-YPJ û sivîlan da, ku di operasyon dagirkeriyê ya sala 2018'an a li ser Efrînê de şehîd bûbûn.

Ebdî bi bîr xist ku cenazeyên ji goristanê hatine derxistin weke 'gora komî' hatiye nîşandan û got, "Gorên şehîdên ku di dema dagirkeriyê de Efrîn parastin û şehîd bûn, ji aliyê hêzên dagirker ên Tirk ve hatin vekirin û bi berevajîkirina rastiyê weke 'gora komî' ji cîhanê re ragihandin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku vê qirkirinê rawestîne, ji bo Efrînê û şêniyên wê ji sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê biparêzin tavilê bikeve nava liv û tevgerê."