Mayîna çeteyan teqiya: 5 zarok bi giranî birîndar bûn

Li gundê Hedac ê Reqayê ji ber teqîna mayîna çeteyên DAIŞ'ê yên li pişt xwe hêlayîn, 5 zarok bi giranî birîndar bûn.

Di saetên danê piştî nîvroyê de li gundê Hedac ê dikeve rojavayê Reqayê ji ber teqîna mayîna çeteyên DAIŞ'ê yên li pişt xwe hêlayîn, 5 zarok birîndar bûn. Zarokên birîndar bûne rakirin nexweşxaneyên Mibic û Kobanê. Hat diyarkirin ku rewşa zarokên birîndar giran in.

Navên zarokên ku birîndar bûne wiha ne: "Hazim Îbrahîm El-Hesen (8), Muhened Mihemed El-Elî (13), Bîlal Mûsa El-Hemed (5), Mihemed Hîlal El-Elî (8) û Mamûn Remedan (11)"