Mamosteya Zanîngeha Silêmaniyê: Beriya her kesî divê em bi xwe li ber çekên kîmyewî rabin

Mamoste Roşna Cemal Mehmûd bi bîr xist ku çekên kîmyewî ji bo qirkirinê têne bikaranîn û bal kişand ser bandora wê ya demdirêj. Mamoste got, "Divê beriya her kesî em bi xwe li ber çekên kîmyewî rabin û bixin rojeva navneteweyî."

Mamosteya Zanîngeha Silêmanî Roşna Cemal Mehmûd ku demeke dirêje li ser jenosîdê dixebite û têkildarî qirkirina Êzidiyan tezekê amade dike, li ser bandora çekên kîmyewî ji ANF’ê re axivî.

Mamoste Roşna Cemal Mehmûd destnîşan kir ku li gorî hiqûqa navneteweyî bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye û got: “Rejîmên leşkerî ji dîroka qedexekirina van çekan hata niha bi domdarî van çekan bikar tînin. Gelek ji van welatan yan ew peyman îmze nekirine, yan jî wê peymanê binpê dikin. 

‘BI BELGEYAN EŞKERE BÛ KU LEŞKERÊN TIRK ÇEKÊN QEDEXE BIKAR ANIYE’

Mamoste Roşna Cemal Mehmûd anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî di proseya jenosîdkirina gelê Kurd de, eşkere ye û niha jî dewam e. Roşna Cemal Mehmûd got: “Niha rewşa li Bakurê Kurdistanê vê yekê piştrast dike. Heta Birêz Şebnem Korur Fîncancî daxuyanî da û diyar kir ji belge û dukumentên derketin holê eşkere ye ku leşkerên Tirk çekên qedexe bikar aniye. Li ser xetên sînor ên Bakurê Kurdistanê ev çek zêdetirê xwe hatine bikaranîn.”

Mamoste Roşna Cemal Mehmûd bal kişand ser armanca bikaranîna çekên qedexe û ev nirxandin kir: “Ji bo jinavbirin û temamî qirkirina komek an gelekî bikaranîna çekên kîmyewî û qedexe çeka sereke ye, hem demek kin û hem jî di carekê de dikare encamek baş jê bigire. Şûna ku ewqas hêz bişîne û kom bike qetil bike, bi rengek wiha dikare carekê tine bike. 

BANDORA ÇEKÊN KÎMYEWÎ DEMDIRÊJ DIMÎNE’

Niha bi rengên pir cuda jenosîdkirina gelê Kurd dewam dike. Bi van êrîşan dixwazin hem texrîbata wê zêdetir e, hem jî dikarin demek kin de encamek jê bigirin û herêmê ji van hêz û aliyan vala bikin. Dikare demek kin kontrola herêmê bixe destê xwe. Nimûne li Helebçe bi heman rengî bû. Bandor û şûnwarên bikaranîna çekên kîmyewî mane û demdirêj dimîne.”

‘JÎNGEHÊ XIRA DIKIN KU MIROV NEKARE LÊ BIJÎ’

Li ser bandora çekên kîmyewî ya li ser xweza û jîngehê jî Mamoste Roşna Cemal Mehmûd ev got: “Bi van çekan jîngeyê jî xira dikin ku nekarin li wir bijîn. Nêzîkatiyeke ya siyaseta jîngeha hatî wêrankirin li ser tê kirin. Yek ji armancên bikaranîna çekên kîmyewî bandora wê pir dirêj bimîne û heta bandor li nifşên nû bên jî bike.”

Mamoste Roşna Cemal Mehmûd diyar kir ku beşek mezin bikarhênerên çekên kîmyewî têk çûn û ev anî ziman: “Li Iraqê rejîma Seddam Huseyîn beşek mezin têk çû. Tevî ku hinek hê mane hewl didin aramiya herêmê têk bidin.”

‘DIVÊ XWE BI XWE REWŞA BIGIHÎNIN QADA NAVNETEWEYÎ’

Herî dawî mamoste Roşna Cemal Mehmûd got: “Ne tenê dewleta Tirk ew dewletên faşîst ku radibin ji bo bikaranîna çekên kîmyewî komên ku weke ‘terorîst’ pênase dikin, wî mafî dibînin ku bikar bînin. Dewleta Tirk jî Kurdan ‘terorîst’ dibîne û ji bo xwe rewa dibînin ku çekên kîmyewî bi her rengî bikar bîne. A girîng em bikarin vê rewşê bigihînin qada navneteweyî. Her çendî li derve hinek kar li ser vê hatiye kirin, lê di qada navxwe de lewaz maye. Li nava Herêma Kurdistanê û Iraqê kareke baş ji bo vê dosyayê nehatiye kirin, divê vê dosyê bigihîne derveyî welat. Divê em bi xwe rabin, li ser vê mijarê kar bikin û bigihînin qada navneteweyî."