Mamoste û nivîskarên Başûrî: Bêdengî hêzê dide dewleta Tirk

Mamoste û nivîskarên li Başûrê Kurdistanê bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk û gotin, "Bêdengî hêzê dide dewleat Tirk. Divê em rabin ser piyan."

Nivîskar û mamosteyên li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li çiyayê Asosê û kampa penaberan a Mexmûrê dan.

https://youtu.be/LhwfkABfPsU

'EM LI BER RANEBIN WÊ ZÊDETIR BIBIN'

Mamoste Şalaw Mehmûd da xuyakirin ku dewleta Tirk ev 30 sal in bi rengekî hovane êrîş dike û êrîşên xwe di dema dawî de berfireh kiriye. Mehmûd destnîşan kir ku ji ber hevkariya hin hêzan an jî ji ber destûra wan, ev êrîş tên kirin.

Şalaw Mehmûd got, "Êrîşa li dijî kampa Mexmûrê ku 20 sal in mirov lê koçber in, nayê fêhmkirin. Nêrîna siyasî ya mirovên li vê kampê dijîn diyar e. Ev kamp di bin kontrol û parastina Neteweyên Yekbûyî de ye. Mexmûr nêzî Hewlêrê ye û cihekî ku di bin kontrola Iraqê de ye. Bawerim ku çavên xwe ji vê êrîşê re girtine. Ev rewş jî ji bilî gotina 'îxanetê' bi gotineke din nayê evgotin. Iraq ji ber çi bêdeng e? Dewleta Tirk û Recep Tayyîp Erdogan dijminê gelê Kurd e. Li her cihî êrîşî Kurdan dike. Divê ev êrîş biqedin. Lê xuya ye wê êrîşan bidomînin. Ji bo rawestandina van êrîşan divê nerazîbûneke gelekî mezin bê nîşandan. Ji ber xemsariya me, dawî li van êrîşên hovane yên dewleta Tirk nayê. Nabe ku em bêdeng bimînin. Eger em li ber ranebin wê êrîş bidmin. Divê em êrîşên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê bidin sekinandin. Weke gel lazim e em vê bikin. Siyasetmedarên me mixabin dengê xwe nakin. Lê belê weke gel em dikarin li ber rabin."

'DIXWAZIN ÎRADEYA LI DIJÎ DAÎŞ'Ê BIŞIKÎNIN'

Mamoste Mûhammed Bekir jî anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya van êrîşan dixwaze îradeya gelê Kurd a li dijî DAÎŞ'ê bişikîne.

Bekir da xuyakirin ku dewleta Tirk destekê ji hin nokeran digire û got, "Li pêşberî bîranîna mirovên li Kampa Şehîd Rustem Cûdî şehîd bûn bi rêzdarî bejna xwe ditewînim û ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Ev 20 sal in ev kamp heye. Bi ked û hewldanên xwe jiyanek afirandin. Sîstema xwe ava kirin. Ev yek bi îrade û têkoşîneke mezin kirin.

Êrîşî felsefeya ku li kampê jiyan afirandiye, dikin. Dewleta Tirk bi êrîşa dijî kampê re dixwaze rewşa xwe ya şikestî ya ji aliyê îradî, siyasî û leşkerî veşêre.

Kampa ku êrîş lê hate kirin kampeke ku mirovên koçber, mirovên sivîl lê ne. Kampeke leşkerî nîne. Eger i wê derê hêzek hebe ew jî ji bo parastina kampê ji DAÎŞ'ê û hin hêzên din e. Lê mixabin hin saziyên çapemeniyê yên nokeran û dijminatiyê li Kurdan dikin, mîna ku ew kamp kampeke leşkerî ye kirin hedef."

BANG

Bekir ev bang kir: "Saziyên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên civaka sivîl ên li Kurdistanê û partiyên siyasî divê li pêşberî van êrîşan bêdeng nemînin. Kampa ku êrîş lê hate kirin di bin parastina dewleta Iraqê de ye. Dewleta Iraqê divê li dijî van êrîşan derkeve. Divê helwestekê nîşan bide.

'FELSEFEYA RÊBER APO WÊ BI SER BIKEVE'

Li dijî gelê me yê bi felsefeya azadîparêz a Rêbe Apo dijî û têdikoşe gelek caran êrîş hatin kirin. Bi van êrîşan wê nikaribin îradeya gelê me bişikînin. Têkoşîna azadiyê wê bi ser bikeve. Jİ ber vê êrîşê em êşa gelê xwe yê li Mexmûrê par ve dikin û dibêjin; Em hemû Mexmûrî ne'."

'EZ BÊDENGIYA PDK Û YNK'Ê ŞERMEZAR DIKIM'

Nivîskar Yasîn Kerîm jî anî ziman ku êrîşa li dijî Mexmûrê planeke hevpar a Îran, Tirkiye û Iraqê ye û destnîşan kir ku di nava vê planê de hin noker û piştevanên xayin jî hene. Kerîm got, "Weke welatiyekî Kurd, ez rêveberiya me ya herêmî û PDK û YNK ên ku dibêjin 'em vê derê bi rê ve dibin' ji ber vê bêdengî û xemsariyê şermezar dikim. Partî dibe ku dengê xwe nekin, lê nabe ku gel li hemberî van komkujiyan bêdeng bimîne."