Mamoste piştî aloziyan li gel rêveberê Perwerdeya Kerkûkê civiyan

Li ber deriyê rêveberiya perwerdeya Kerkûkê desteya mamostyên ne hatîn girtina kar xwepêşandan kirin. Li ser neamadebûna rêveberê perwerdê alozî derket.

Îro li bajarê Kerkûkê meclisa bilind ya mamostayên ku ne girtîn kar, li Kerkûk li dijî girtina kar ya perwerdeya bajêr li ber deriyê rêveberiya perwerdê xwepêşandanekî nerazîbûnê kirin.

Xwepêşanderan li dijî perwerdeya Kerkûkê çalakî kirin û nerazîbûneke tund nîşanî partiyên Kurdî yên herêmî dan ku bûne sedemê kûrbûna nakokiyên herêmî heta perwerde jî li xwe digire.

‘YÊN KU ÎRO LI DIJÎ ME HÊZ BIKAR ANÎ DEMÊ XWE LI DIJÎ DAÎŞ’Ê DEMA MÛSIL DAGIR KIRIYE, BIKAR NEANÎ YE’

Yek ji ciwanê beşdarvanê xwepêşandanê Rêbîn Hacî Reşîd got: “Em hewl didin ku mafên xwe bigrin, ew hêzên ku îro li dijî me hatî bikaranîn, ji bo girtina Mûsil ewqas hêz bikar neaniye.”

‘EM MAFÊ XWE DIXWAZIN’

Civînek ji aliyê meclîsa bilind ya mamostayên hatîn girtina kar yên Kurd ve li gel rêveberê perwerdeya Kerkûk hate kirin û daxuyaniyekî çapemeniyê hate dayin. Ew daxuyanî jî ji aliyê Encam Ebdukerîm ku binavê ‘Encûmena bilind ya mamostayên hatîn girtina kar yên Kurd’ ve hate xwendin û got: “Îro em hatine vir ji bo parastina mafê neteweya xwe bikin, gelê me ji dîrokê heta niha ti caran bê edaletiya li himber xwe qebûl ne kiriye. Destpêkê rêveberê perwerdeya Kerkûkê amade nebû ku bê li gel xwepêşanderan ku xwepêşander ketin avahiya perwerdê piştî wê li gel rêveberê perwerdê kombûn.”

Piştî qedandina civîna li gel rêveberê perwerdaya bajêr belgeyek li rêveberê perwerdeya Kerkûkê da îmzakirin ku ew jî ji van xalan pêktên:

1- Ji ber ku xizmeta rast ya pêkhateyên Kerkûkê nakin betalkirina wergirtina kar a perwerdeya Kerkûkê.

2- Divê girtina kar li gorî hêjmara kursiyên parlemenê bê diyarkirin.

3- Divê rêjeya girtina kar li gorî navenda bajar bê diyarkirin ne ya navçeyan.

4- Divê kes û karên şehîdên pêşmerge û girtiyên siyasî jî para xwe ji vê girtina kar bigrin.

5- Di her komîsyona ku bê hilbijartin ji bo girtina kar divê nûnerê me cih bigre.

Di dawiyê de Encam Ebdulkerîm got: “Rêveberê perwerdeya Kerkûkê soz da me, eger belgeyên diziyê hebe divê rêveberê perwerdê dest ji kar berde û hemû ew kesên ku destê wan di diziyê de heye bêne sizadan.”