Mamlê: Eger nerazîbûn neyê nîşandan wê êrişên dagirkeriyê zêde bibin

Çavdêrê siyasî Ezîz Mamlê destnîşan kir, eger nerazîbûn li dijî dewleta Tirk neyê nîşandan wê êriş zêde bibin û got, "Başûr, Bakur, Rojava an jî Rojhilat ferq nake. Kîjan parçe lawaz bibe wê zerar li parçeyên din jî bibe."

Çavdêrê siyasî yê ji Rojhilatê Kurdistanê Ezîz Mamlê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê da. Ezîz Mamlê bal kişand ser planên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên ji bo qirkirina Kurdan û got, "Dewleta Tirk dixwaze her tiştên bi navê Kurd û Kuridstanê tunê bike. Lewma rojekê Efrînê dagir dike, rojekê êrişî Rojava, Kobanê û deverên din dike, rojekê jî êrişê dibe ser Başûrê Kurdistanê, rojekê penaberên Kurd ên Rojhilatî radestî Îranê dike, li Ewropayê êrişî xebatkarên Kurd dike: Yanî dixwaze Kurdan, dîroka Kurdan, bi taybetî jî nasnameya Kurdan tune bike. Ya ku 46 sal in li Qibrisê dike, niha jî dixwaze li Kurdistanê bike.

Dewleta Tirk bi salan e êrişî Başûrê Kurdistanê dike, baregehên leşkerî ava dike. Bi taybetî van çend salên dawî Qendîl kiriye hedef, dixwaze êrişî Qendîlê bike. Qendîl mîna dayika niştiman e. Eger Kurd Qendîlê ji dest bidin wê Başûr ji dest biçe. Wê Bakur, Rojhilat û Rojava jî bikeve xeteriyê. Dewleta Tirk beriya niha gelek caran êrişî Qendîlê kir, lê bi ser neket. Vê carê planên xwe yên cuda hene. Nêzî 2 meh in xaka Başûrê Kurdistanê dagir kirine, gelek gund hilweşandine, gundî neçar hiştiye ku xaka xwe, warê xwe, heywanên xwe biterikînin û koçber bibin. Hikumeta Erdogan bi her rê û rêbazê dixwaze Kurdistanê tune bike."

DIVÊ KURD LI BER ÊRIŞAN RABIN

Ezîz Mamlê destnîşan kir ku nerazîbûna li dijî êrişên dagirkeriyê têne nîşandan têker nîne û wiha dewam kir, "Rast e gelê Kurd, rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, aktîvîst li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûn. Çend roj berê li Silêmaniyeyê li dijî dagirkeriyê bi hezaran kes meşiyan û li ber êrişên dewleta Tirk rabûn. Lê belê ev nerazîbûn têrê nake. Divê gelê me li dijî van êrişên dagirkeriyê seferber bibe. Lİ Ewropayê li 4 parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Başûr divê her kes nerazîbûna xwe nîşan bide. Mixabin dewletên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û Parlamenta Ewropayê bêdeng in. Heta niha li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûn nîşan nedane. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd, rewşenbîr, aktîvîst dest bidin hev, bi taybetî jî li Ewropayê çalakî û meşan li dar bixin.

Eger nerazîbûn li dijî êrişên dewleta Tirk neyê nîşandan wê êriş zêdetir bibin. Kurd divê li ber van êrişan rabin. Gerîlayên me yanî bi saya lehengiya mezin a HPG'ê dewleta Tirk nikare tişta dixwaze bi dest bixe. Gerîla li çiyayên Kurdistanê êrişên dewleta Tirk pûç dike. Di êrişên dagirkeriyê de ji artêşa Tirk gelek leşker hatin kuştin. 3 hefte beriya niha rojnameya Fransayê (Le Monde) ragihand ku Erdogan ji bo Qendîlê bi temamî ji holê rake planeke cuda amade kiriye. Du armancên artêşa Tirk û Erdogan hene. Ya yekemîn ew ku Kurdan lawaz bike, ya duyemîn jî hikumeta Erdogan ji aliyê aborî, siyasî û leşkerî ve di nava krîzê de ye. Li Qibris, Lîbya û Sûriyeyê bi ser neket, ev faktor hemû ji bo Erdogan bû sedema rewşeke neyînî. Eger bi vî rengî dewam bike Erdogan wê di hilbijartinên 2023'an de neyê hilbijartin. Ji ber vê yekê Erdogan giraniyê dide ser neteweperestiya Tirk û dixwaze tevgera Kurd lawaz bike.

Ez bi HPG'ê, bi hêzên gerîla bawer dikikm, lê belê ev têrê nake. Divê gelê me li her cihî, li her parçeyî li her devera ku lê ne destekê bidin gerîla û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar bikin. Dewleta Tirk dixwaze xwezaya Kurdistanê tune bike, li Ewropayê tevgerên hawirdorparêz, ekolojîst divê li dijî van êrişên dewleta Tirk ên li ser xwezaya Kurdistanê rabin."

QENDÎL JI BO KURDAN MÎNA DAYIK NIŞTIMAN E

Çavdêrê siyasî Ezîz Mamlê bal kişand ser xeteriya li ser Kurd û Kurdistanê û got, "Her cihekî Kurdistanê ferq nake çi Başûr, Bakur, Rojava û çi jî Rojhilat be eger lewaz be, beşên din ên Kurdistanê jî zirarê dibînin. Qendîl ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî piştevaniyek e. Hêviyek e. Beriya niha jî min got Qendîl dayîka niştîman, niştîmana Kurdistanê ye. Qendîl dayîka Kurd û Kurdistanê ye. Hemû Kurd ji dayîka xwe re rêz digrin, dilê wan ji bo wê dişewite û hurmeta wê digrin; wek Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê ew jî dilê wan ji bo dayîkê dişewite. Di wê baweriyê de me ku civaka me ya Rojhilatê Kurdistanê pir di xema wê de ne. Ji wê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Qendîlê şa nabe. Ferq nake gelê me yê Rojhilat, Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê hemû dilê wan dişewite. Mînak dema darek ji aliyê dewleta Tirk ve tê şewitandin, dilê hemû Kurdên me li her kûderê dibe bila bibe ji bo wê dişewite. Wate ew dar beşek ji canê wê ye. Ti ferqek tine ye."