Mamend: Divê kes li ber dagirkeriyê bêdeng nemîne

Rojnamevan û çavdêrê siyasî Hêmin Mamend bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û destnîşan kir ku ya tê kirin dagirkerî ye û divê kes li ber vê yekê bêdeng nemîne.

Li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê dixwazin êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê rewa bên nîşandan û ji vê jî PKK’ê sûcdar dikin. PDK bi rêya ragihandina xwe hewl dide ku PKK’ê ji êrîşên di serî de li ser Heftanîn û Başûrê Kurdistanê tên kirin sûcdar nîşan bide û bi vê yekê dike ku gel li dijî PKK’ê sor bikin.

Rojnamevan û çavdêrê siyasî Hêmin Mamend têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, helwesta gel û rola çapemeniya PDK’ê ya rewa nîşandan dagirkeriyê ji ANF’ê re axivî.

Mamend diyar kir ku divê bersiva her aliyeke ku destdirêjî xaka Kurdistanê bike divê bê dayîn. Mamed bal kişand ser rola çapemeniyê û destnîşan kir ku divê çapemenî li ser vê mijarê baldar be û xelkê ji dagirkeriya dewleta Tirk hişyar bike.

MEDYAYA SER BI PDK DAGIRKERIYÊ REWA DIKE

Rojnamevan Mamed bal kişand ser rola medyaya ser bi PDK’ê û got: “Mixabin di roja îro de em dibînin ku çapemeniyên girêdayî PDK’ê xizmeta dagirkeriyê dike, dagirkeriyê rewa dide nîşandan. Bi taybetî Rûdaw û K24 taybet mîkrofonan li ber devê kesên alîgir û amadekirî dadine û wisa dixwazin ji êrîşên li ser herêm û navçeyên sînor PKK’ê sûcdar nîşan bidin. Dixwazin PKK deverê vala bikin. Wisa didin axaftin ku sedemê bomberdûmana herêmê PKK ye. Ji bo vê divê gelê her Kurdek û xelkê Başûrê Kurdistanê hişyar be, ma li Yewnan, Sûriye û Lîbya jî PKK heye ku dewleta Tirk dixwaze wan deveran dagir bike?”

Mamend diyar kir ku erkê medyaya Kurdî û oldaran ew e ku xelkê Başûr ji dagirkeriyê hişyar bike û wiha pêde çû: “Ev a tê kirin dagirkeriye û divê tu kes li ber vê bêdeng nemîne... Kurdistan yeke û eger PKK li Qendîl nemîne, teqez wê DAÎŞ û komên çete yên terorîst bicih bibin. Tirkiye wê deverê dagir bike.”

'EGER HEYÎNA PKK'Ê LI BAŞÛR NE REWA YE, DIVÊ JI BO HÊZÊN DIN JÎ NE REWA BE'

Mamend qala hêzên cuda yên li Başûrê Kurdistanê kir ku hikûmet qet qala wan nake û got: “Eger ku PKK li Başûr ne rewa ye, çima Pêşmergeyên Roj ku xwedî 5 hezar kesî ye û mûçeyên wê ji dahat başûr tên dayîn. Li Hewlêr, Dihok û Zaxo bi aramî dijîn. Çima hêza PAK a Husên Yezdanpane ku serperiştiya 3 hezar çekdarî dike li Hewlêr û Koyê.  Eger heyîna PKK’ê ya li başûr ne rewa be divê ji bo van hêzan jî ne rewa be.”

Mamend anî ziman ku hêza ne rewa hêzên dagirkerin ne PKK ye, ji bo wê divê hêzên dagirker di serî de ji xaka Kurdistanê derkevin.

‘JI PKK'Ê YA KU DAÎŞ TÊK BIR DIXWAZIN DERBIKEVE'

Rojnamevan Hêmin Mamend bal kişand ser rola PKK’ê ya di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ya rizgarkirina xelkê Başûrê Kurdistanê û got: “PKK’ê li Mexmûr û Şengalê li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Xaka Başûrê Kurdistanê parast. Eger wan li ber xwe nedaban, wê Hewlêr biketa destê DAÎŞ’ê. Me tevan bi çavê xwe dît ku Mesûd Barzanî wê demê çû Mexmûrê û li gel gerîlayên PKK’ê rûnişt û got; ‘Ev ax axa me tevan e, siberoja me yek e. Spasiya gerîlayên PKK’ê kir.’ Ji bo çi niha PKK ya ku DAÎŞ têk bir, niha bi bêwefayî dibêjin ku ‘Başûr ne cihê PKK’ê ye’. PKK’ê bajar û navçe dagir nekiriye, berovajî PKK li çiyayên serbilind e ji bo rûmet û kerameta Başûr şer kir û hê jî dike.”