‘Mam Zekî civaka Êzidî ji fermanê rizgar kir’

Ji Rêveberiya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Zehra Xalid di salvegera 2’an de Mam Zekî Şengalî bibîr anî û got:“Mam Zekî civaka Êzîdî ji fermanê xilas kir.Mam Zekî hewilda civaka Êzîdî bike yekdest, bike yek nêrîn û heta astekî mezin jî vî hedefa xwe pêkan."

Di salvegera duyemîn ya şehadeta Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê û endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) de Ji Rêveberiya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Zehra Xalid û ji rêveberiya Asayîşa Ezîdxan Şerzat Şemo bûn mêvanê dengê welat û li ser şahadeta Mam Zekî axivîn.

Mam Zekî Şendalî (Îsmaîl Ozden) 15’ê Tebaxa 2018’an di salvegera komkujiya Koço de ji bo bîranîna kurbaniyên Koço berê xwe dabû wir û xwest di bîranînê de li gel civaka xwe ya Êzîdî be. Lê dema ji wir derdikeve li ser rêya Geliyê Şîlo di encama êrîşên balafirên dewleta Tirk ya dagirker de şehîd bû.

Ji Rêveberiya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Zehra Xalid destpêk axivî û Mam Zekî bibîr anî û qala naskirina xwe ya bi Mam Zekî Şengalî re kir û got: “Mam Zekî 2014 ‘an destpêka fermanê derbasî Şengalê bû. Mam Zekî her dem di nava Êzîdiyan de bû. Berî fermanê jî ji sala 2003 ‘an heya roja şehadata xwe di nava Êzîdiyan de bû. Bi taybetî hatin û çûyîna wî ji bo Şingalê hebû. Mam Zekî dema fermanê de min naskir. Mam Zekî civaka Êzîdî ji fermanê xilas kir. Mam Zekî hewilda civaka Êzîdî bike yekdest, bike yek nêrîn û heta astekî mezin jî vî hedefa xwe pêk anî. Mam Zekî şev û rojê xwe seatek ne dida xwe. Tim wextê wî ji bo civakê bû. Ji bo mîletê wî û Ezîdiyatiyê bû. Mam Zekî wek kesayetekî di nav civaka Ezîdî ve dihat naskirin. Mam Zekî xwe digehand her derekê Êzîdiyan û tu cih nedihişt. Serdana her kesi dikir.

Hemû Meclîs û rêxistîn li vir hatiye avakirin û keda Mam Zekî di astekî herî jor de heye. Kesayetên wekî Mam Zekî ji bo vê civakê gelek lazim bû. Ji ber dema civak ket û li derdora xwe kesî nedît, Mam Zekî hebû û wê civakê ji nû ve da jiyanî kirin.de da jiyankirin. Ji ber ku dizanibûn bi rêya Mam Zekî wê ew civak kombûba biba yek dest tifaqekek avabikranan wî şehîd xistin. Wê Mam Zekî her wekî Mamê civaka Êzîdî bimîne.

ji rêveberiya Asayîşa Ezîdxan Şerzat Şemo li ser têkiliyên Mam Zekî ya bi civaka Êzidî re axivî û ev nirxandin kir: Civaka Êzîdî di rojê herî teng û zehmet de Mam Zekî li gel xwe dîtîn û Mam Zekî êşa vê civakê di hênaseyê xwe ya herî kûr de jiya. Dema ku herkesek pişta xwe da vê civakê, Mam Zekî li gel me bû. Peyva Mam peyveke di cihê xwe debû, ev peyv ji bo şexsiyeta Mam Zekî hîn jî kêmbû. Mam Zekî bi vê civakê re tekiliyê wî ji biçûk heya mezin, aliyê siyasî aliyê leşkerî bi her aliyê civakî re eleqedar dibû. Mînak bibîhîsta di navbera du malbatan de pirsgirêk heye diçu wan li hev dianî û pirsgirêk çareser dikir. Gotina Mam Zekî gotin bû, wî çi bigota herkesekî guhdar dikir û bi cîh dianî. Ew gotin ne dihat şikandin. Mam Zekî tu caran ji bo pirsgirêkên malbatî ne digot ne karê min e. Em bixwe şahidin, gelek car çûye bixwe malbatan lihev aniye yekîtiyek di nav wan de çêkiriye. Mam Zekî ne wek siyasetmedarekî an jî wek rêveberiyek nêzî civakê dûbû, Mam Zekî wek derwêşê civakê bû û şev û rojê xwe ji bona vê civakê kiribû yek. Lî ser vî esasî heya niha sazî û dezgeh tifaq û hêz çi tiştê li vê civakê hatiye avakirin, keda Mam Zekî tê de heye, wê ji vir şûn ve jî her li ser rêka wî ev kar û xebat were meşandin.

Dema civaka Ezîdî ji hev belav bû û ji hev ket, Mam Zekî hat bû sitûna vê civakê. Bi şêwazî vê civakê careke din xwe li dora kesayeta Mam Zekî kom kir. Mam Zekî her digot; ‘Divê Êzîdî li ser lingê xwe bisekinin û xwedî li Êzdayetiya xwe derbikevin. Mam Zekî bi komkirina Êzîdiyan re bi sitûna civaka Êzîdiyan.”

Xalid bal kişand ser tifaqa ku bi keda Mam Zekî Şengalî di nava civaka Êzîdî de pêk hatî û got: "Hewildanê Mam Zekî timî ji bo tifaq pêşxistina nav civaka Êzîdiyan bû. Jixwe liser vî esasî berê xwe da Şengalê. Hebûna Mam Zekî di Şengalê de ji bo tifaq û yekîtiya Êzîdiyan bû. Ji ber wê jî şev û roja xwe dida civaka xwe. Mam Zekî ji bo civaka Êzîdiyan hertim dixebitî. Di milê siyasî de, di mile civakî de, ji bo tifaqekek pêş bîxîne, serdana Baxda dikir, serdana Şîa dikir, kesayetê li vir yê heyî serdana hemûyan dikir. Ji bo Êzîdî bibin yekdest serdana her kesi dikir. Mam Zekî ji bo tifaqek pêşbîxe tenê bi Êzîdiyên Şengalê re sînordar nedima, heman demê serdana Êzîdiyên Başiq û Bazan jî dikir. Mam Zekî di çû nav wan ji bo ola xwe, ji bo yekîtiya xwe, ji bo baweriya xwe serdana hemû mirovan, hizban, kesayetan dikir. Ji bo bibin tifaqekek, bibin destek bi her awayî rêk û rêbaz bikartanî. Wekî avakirina YBŞ’ê, wekî avakirina asayîşa Ezîdxanê, her wiha tifaqa nava gel de çêkirî ji bo civaka me ne ji rêzê ye. Serdana Mam Zekî ji bo Laleşê her tim hebû. Çawa Baba Şêx nava van Êzîdiyan de tifaqek ava bike, nîqaş dikir. Çi cihê pêwîst, ji bo tîfaqê Mam Zekî li wêderê bû.”

Piştî şehadeta Mam zekî ew hêz ew îrade xurtir dibe. Çima xurtir dibe, ji berku xwesteka Mam Zekî armanca Mam Zekî ev civak xwe biparêze û tifaqekek ava bike. Şopa civaka Êzîdî şopa Mam Zekî ye. Em ê vê şopê berdewam bikin. Em ê wek civak tu caran jî keda Mam Zekî vala dernexînîn û em ê vê kedê xurtir bikin. Em ê tu carî warê xwe, îrada xwe bi destê dijmin nehêlin. Wê Mam Zekî bibe tifaqa me wê Mam Zekî bibe bawerî û rêya me.

Li ser rola noker û xiyanetan a li herêmê jî Şerat Şemo ev nirxandin kir:Di rojek wek salvegera komkujiya Koço de, ji xwe em hemû jî zanîn Koço sembola îbada Êzîdiyan bû. Di rojek wisa de kesayetekî wek Mam Zekî jibo tifaqa Êzîdiyan, ji bo xweseriya Êzîdxanê, ji bo xwe parastin û rêveberiya Êzîdxanê kar û xebat bike û were hedefkirin, divê wek civak wek gel em bizanin tê çi wateyê. Ev peyamek e ji bo civaka Êzîdiyan. Çi kes be, bixwaze ev civak li ser lingê xwe bisekine wê ji wan re hedef be. Bi hedef kirina Mam Zekî re xwsestin ji civaka Êzîdî re bêjin heger hûn bibin yê xwe wê hemû rojê we hemû seatên we hemû salên we bibe komkujî. Aliyê din jî xeta xiyanet û berxwedaniyê hertim bi hev re dimeşe. Ji bo vê jî gelê me divê li ser vê esasê tekoşîna xwe, berxwedana xwe, yekîtiya xwe hevdu qebûlkirin û mezinkirinê xurt bikin. Em dîsa vê dubare dikin, hevkarên vê komkujiiyê wê bê hesap nemînîn. Wê tola Mam Zekî ti caran li erdê nemine. Ji ber Mam Zekî bi hezaran şervanên YBŞ, Asayîşê, civak birêxistin kiriye. Ne gengaze ku ev civak bi rêya çend xiyanetkar û hevkaran têk biçe.

Piştî şehadeta Mam Zekî civaka Êzîdî dikare helwestek layîqî Mam Zekî li hember dijmin dayne. Ev jî di pratik de di emel de hate xuyakirin. Sekna civakê yekgirtina civakê, kesayetên carna ji tifaqê direviyan piştî şahadeta Mamo hatin ser tifaqê. Ev hêza ku Mam Zekî daye civakê ye. Bi şahadeta wî civaka Êzîdî pir bandor bû. Gelek oldar, serok eşîr, siyasetmedar tevlî xeta Mam Zekî bûn. Civaka Êzîdî liser vê xetê xweseriya xwe, parastina xwe, hebûna xwe dikare misoger bike. Kesên Mam ekî naskirine ne gengaze ku dest ji vê xetê berdin. Kesên bizanin Mam Zekî li ser çi esasî kar dikir wê dest ji vî karî bernedin.”