Malbatên Roboskiyê cara 315’emîn li edaletê geriyan

Malbatên Roboskiyê cara 315’emîn li edaletê geriyan û gotin: “Ji dêvila ku dozên me ronî bikin, dozên me li Enqereyê dan windakirin.”

Malbatên Roboskiyê yên ku zarokên wan di êrîşa balefirên şer ên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn, di hefteya 315’an de li ser gorên zarokên xwe hatin ba hev. Li vê derê li ser navê malbatan xwişka Şervan Encu, Zîlan Encu axivî.

Encu diyar kir ku hêsirên wan ji bo 34 kesên ku hatibûn qetilkirin, tu carî nesekiniye û ligel van tiştan ew ê dev ji têkoşîn û sekna xwe bernedin.

Encı got: “Dadgeh bi talîmatên siyasiyan tevdigere. Em dixwazin ji bo edaletê kujer werin darizandin. Em li benda edaletê ne, lê em her dem hatin mexdûrkirin û zilm li me hate kirin. Doza me ji dêvila ku were ronîkirin, dixwazin li Enqereyê di nav tarîtiyê de winda bikin.”