Malbatên Roboskiyan cara 288’emîn edalet xwestin

Malbatên Roboskiyan,di lêgerîna xwe ya edaletê ya hefteya 288’emîn de dîsa hatin gel hev. Malbatan gotin: “Yên ku li vî welatî dibêjin hiqûq û edalet heye, destpêkê bila berê xwe bidin Roboskiyê.”

Malabatên 34 kesên ku di encama bomberdûmanên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a li Gundê Roboskiyê yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn, di lêgerîna edaletê ya hefteya 288’emîn de hatin gel hev. Malbatên ku li ser gorên zarokên xwe daxuyanî dan pankarata “Ji bo Roboskiyê Edalet, ji bo edaletê berpirs bên darezandin” veirin wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dabûn hildan.

Li ser navê malbatan Velî Encû axivî û bal kişand ku tevî hemû detayên qetlîamê diyar e lê hê jî berpirsyar nehatine dîtin. Tevî ku ev 2017 roj in bi sere jî derbas dibin rêveber ji bo qetlîmamê binixûmînin ketine nava hewldanan. Encû got: “Yên ku li vî welatî dibêjin hiqûq û edalet heye, destpêkê bila berê xwe bidin Roboskiyê.”

Encû diyar kir ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û şûnde rêveberên hikûmetê diyarkirin ku wê qetlîama Roboskiyê diyar bikin lê hê jî ti tişt nekirine û got: “Ev yek dide nîşandan ku ka heta kû çi kes berpirsin diyar dike. Em didin diyarkirin ku li Tirkiyeyê edalet û hiqûq nîne. Li dijî bêedaletiyê edalet,li dijî şer jî aştiyê em ê heta dawî biparêzin.”