Malbatên Roboskî: Hilbijartina 24’ê Hezîranê fersendeke

Malbatên Roboskî lêgerîna edaletê ya hefteya 336’an jî pêk anî. Malbatan got: “Ji bo guherandina rêveberiyek ji edalet û hiqûqê dûrketî , hilbijartina 24’ê Hezîranê fersend û rêyeke.”

Malbatên 34 kesên xwe di encama bomberdûmana balafirên şer ên 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn, di hefteya 336’an de jî lêgerîna edaletê dewam kirin. Malbat vê hefteyê jî çûn ser gorên zarokên xwe û li ser navê malbatan Velî Encû axivî.

Encû bal kişand di warê ronîkirina edaletê de hê ti gav nehatiye avêtin û diyar kir ku her roja diçe edalet zêdetir dibe. Encû bibîr xist ku li pêşberî daxwaza wan a edaletê ev bi hefteyan e ti bersivek nehatiye dayîn û got: “Ev nîşaneya nebûna edalet û hiqûqê ye.” Encû destnîşan kir ku ji bo guherandina rêveberiyek ji edalet û hiqûqê dûrketî , hilbijartina 24’ê Hezîranê fersend û rêyeke û got: “Ev 336 hefte ne li ser goran bi êş û çavek girî, êşa ku bi me dayî jiyîn wê di sindoqan de gel diyar bike.”

Encû diyar kir ku heta edalet pêk were û berpirs bên cezakirin wê têkoşîna xwe bidomînin.