Malbatên Roboskî: Ev têkoşîn wê mezintir bibe

Malbatên Roboskiyê yên ku xizmên xwe di qetlîama Roboskiyê de winda kirine weke her roja Pênçşem a hefteyê çalakî û bîranîna xwe ya 270’emîn lidar xistin.

Malbat li goristanê hatin cem hev û wiha gotin: “Nedarizandina ew kesên ku sûcê mirovahiyê kirine û fermana qetlîamê dane, li Tirkiyeyê bi alikariya desthilatdar ve daraz û edalet xistine bin lingê xwe, nîşaneya têkçûna daraz û edaletê ye.”

Dayika Hîkmet Alma, di axaftina xwe de anî ziman ku li ser qetlîama, 19 ji wan zarok 34 kesan re 270 hefte derbasbû û got: “Bila hemû civak bizanibin ku 34 xizmê me bi plan û zanistî hatin qetilkirin, em dizanin kujer jî kî ye.”

Alma, diyar kir ku daraz û dadgeh tenê ew kesên ku daxwaza mafê xwe dikin xistine hedef, ji daxuyaniya me ya edaletê re lêpirsîn tê vekirin. Kujer û sûcdar ew kesê ku 34 xizmê me kuştin laşê wan perçekirine ew in, ne em in, ew kesên ku guh û çavên xwe girtine, 270 hefteye em li ber goristanê zarokên xwe bang dikin, lê xwe bêdeng dikin. Vê ti car ji bîr nekin hûn çiqas xwe bêdeng bikin jî, li dîjî me lêpirsîna vekin jî ev êrîşên we têkoşîna me xurtir û mezintir dike.