Malbatên girtiyan li Amedê gotin: Îro hûn dengê me nebihîsin...

Malbatên berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê berxwedana xwe ya li Amedê îro jî domandin. Malbatan bang li raya giştî kir û got, "Heke îro hûn dengê me nebihîsin, wê sibe ti kes dengê we jî nebihîse!”

Dayikên ku zarokên wan li girtîgehan di çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca piştgiriyê bidin daxwaza zarokên xwe, di roja 13'emîn de li Parka Koşuyolu kom bûn û dengê xwe bilind kirin. Xwişka Şafî Kayihan Sezen Kayihan diyar kir ku yên îro dilê wan bi me neêşin sibê dilê wan bi yên din jî naêşîn û wiha got: "Ger îro hûn deng nedin me, sibê kes deng nade we jî."

 Çalakiyên dayik û xizmên girtiyên a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj li kolanan berbelav dibin. Tevî hemû zext û tundiya polîsên Tirk, dayik ji bo piştgiriyê bidin çalakiya zarokên xwe dadikevin kolanan û dimeşîn. Li Amedê jî dayikên ku zarokên wan li girtîgehan di greva biçîbûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya zarokên xwe ji 1'ê Gulanê de li qaran çalakiyan li dar dixin. Dayik îro 13 rojin tevî hemû mudaxaleyên polîsan li Parka Koşuyolu kom dibin û edaletê dixwazin. Dayikan îro dîsa li qada navbera Batikent û Parka Koşuyolu gihiştin hev û di bin dorpêça polîsan de meşiyan. Dayikan di bin dorpêça polîsan de bê navber dirûşmeya ‘Biji Berxwedana Zindana’, ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", ‘Leyla Guven rûmeta me ye", "Hezar silav ji hevrêyên me yên li zindanan li ber xwe didin" û "Heq, hiquq û edalet wê ji zindanê bê." berz kirin.

Dayikên ku li vir kom bûn çalakiya rûniştinê li dar xistin.

'POLÎSAN DESTÛR NEDAN KU ROJNAMEGER DÎMEN BIKIŞÎNIN'

Polîsê Tirk, pêşî rojnamegerên ku xwestin wêne û dîmenan bikişînin û nûçeyê bişopînin girt, bi TOMA û maşîneyên zirxî barîkat danîn û destûr nedan ku rojnameger çalakiyê bişopînin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz, bertek nîşanî vê pêkûtiya polîsan da û got: "Hûn bi vî awayî trafîkê dixin xeteriyê.

Piştî polîsan astengî derxist, dayikan lîland û bi tilîliyan dawî li çalakiya rûniştinê anîn û meşiyan. Dayik, bi dirûşme û tilîliyan barîkata polîsan derbas kir û derbarî pêş avahiya TUAYDER a Batikentê bûn. Dayikan demeke dirêj li pêş komeleyê dirûşme berz kirin û li çepikan dan. Dayikan piştre li ber avahiya komeleyê daxuyanî dan çapemeniyê.

‘EM ÇARESERIYÊ DIXWAZIN’

 Li ser navê dayikan îro, xwişka Şafî Kayihan ê li Girtîgeha Wanê di Koma 2'emîn a Rojiya Mirinê de ye, Sezen Kayihan daxuyanî da. Kayihan bang li her kesî kir ku deng bidin dengê çalakgerên di grevê de ne. Niha bertek nîşanî me didin û dibêjin 'Hûn li ber deriyê dijmin li çi dikegerin' Em li kezeba xwe digerin. Em li vir li edalet û mirovahiyê digerin. Îro tecrîd li ser hemû gelê Kurd heye. Îro dilê wan bi me naêşe. Sibê dilê wan bi we naêşe. Em ew qas roj in li kolanan in. Ma qey kes me nabihîse? Îro hûn li me xwedî dernekevin, sibê kes li we xwedî dernakeve. Em her roj li kolanan in. Em çareseriyê dixwazin. Bila ev tecrîd li ser gelê me rabe."

 Daxuyanî bi drûşmeyan bi dawî bû.  

LI LICEYÊ DAYIK 8 ROJ IN LI QADAN IN

Bi heman armancê li navçeya Lice ya Amedê jî dayikên ku 8 roj in li qadan in, dîsa kom bûn û xwestin tecrîd bi dawî bibe û daxwazên zarokên wan pêk bê. Dayikên girtiyan 8 roj in li Licê saet di 13.00'an de bi heman armancê li Parka Demokrasiyê kom dibin û daxwazên xwe tînin ziman. îro jî li parkê rûniştin û bal kişandin ser daxwazên zarokên xwe. Dayikên ku iro bi Laçikên Spî hatin parkê, bi çepik û dirûşmeyên "Biji berxwedana zindanan" û "Leyla Guven rûmeta me ye" pêşwazî kirin. Dayikan diyar kir ku heta daxwazên zarokên wan pêk bên, wê li qadan çalakiyên xwe berdewam bikin.  

Dayika Hasan Umut Guzel ê li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê di grevê de ye, Necla Guzel, diyar kir ku li zindanan çalakî berdewam dike, lê piştgiriya cemaweriyê kêm e. Guzel, bang li hemû dayikan kir û xwest her kes tev li çalakiya wan bibe û piştgiriyê bidin çalakiya wan.

Çalakiya dayikan a rûniştinê piştî sê saetan bi dawî bû.