Malbatên girtiyan li Amedê çalakî kirin

Dayikên ku ji bo daxwazên zarokên wan ên di grevê de ne bên bicihanîn li Amedê di çalakiyê de ne, dîsa bi astengiya polîsan re rû bi rû man.

Çalakiya rûniştinê yadayikên girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûn û rojiya mirinê de ne ku ji 1’ê Gulanê ve dayîn destpêkirin di roja 15’an de ye. Dayik û xizmên girtiyan ên li pêşiya Kargeha Ar a Gurbuz a berê ya li pêşberî Parka Koşûyolû ya navçeya Rezahê hatin ba hev çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salîha Aydenîz, Remziye Tosûn, Mûsa Farîsogûllarî û Semra Guzel jî destek dan dayikan.

Di çalakiyê de dayikan dirûşmên ‘Bijî Berxwedana zindanan’, ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’, ‘Leyla Guven rûmeta me ye’, ‘Hezar silav ji hevrêyên li zindanan li ber xwe didin re’ û ‘Heq, Hiqûq û Edale wê ji bo zindaniyan pêk were’ qîr kirin.

Meşa dayikan a ber bi Parka Koşûyolû ya ji aliiyê polîsan ve hatin dorpêçkirin hate astengkirin. Li ser derxistina endamên çapmeniyê Parlementera HDP’ê Salîha Aydenîz kamereya endameke yê çapemeniyê jê girt û di nava dorpêçê de dîmen kişand.

Piştre dayik û wekîlan ber bi aliyê rojnamevan lê ji derveyî dorpêçê semola serketinê bilind kirin.

Dayikên ku li vir nêzî saetekê çalakiya rûniştinê pêk anîn, piştre xwestin ber bi TÛAY-DER’ê ve biçin. Polîsên ku rê nedan dayikan, ji bo dayikan ji herêmê dûr bixin otobuseke anîn cihê bûyerê. Xizmên girtî û dayik ên nerazîbûn nîşanî ajokar dan, anîn ziman ku li otobusê siwar nabin.

Dayik û xizmên girtiyan ên çalakiya xwe domandin, piştî çalakiya rûniştinê ya 5 saetan û şûnde bi dirûşim û tilîliyan benda polîsan şikandin û ber bi Şaxa TÛAY-DER a Amedê ve ketin meşê.

Dayikan piştî meşê çalakiya xwe bi dawî kirin.