Malbatên girtiyan: Em ê ji bo zarokên xwe li her qadê li ber xwe bidin

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyane lê nayên berdan hatin cem hev û peyama mezinkirina berxwedanê ya li hemû qadan dan.

Xizmên girtiyan ku 315 roj in li ber Edliyeya Amedê, li ber girtîgehê û Saziya Tiba Edlî (ATK) li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û astengkirina berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyane lê nayên berdan, îro li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hatin cem hev. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER),jî beşdarî çalakiya îro bûn.

'EM Ê ŞOPDARÊ ZAROKÊN XWE BIN’

Yek ji xizmên girtiyan Încî Guler di çalakiyê de axivî diyar kir ku 11 meh in li edaletê digerin. Guler got, "Devlet Bahçelî, Wezîrê Edaletê û Erdogan bi qanûnên ku derdixin, tenê alîgirên xwe berdidin, zarokên me nayên berdan. Em ê li her derê şopdarê mafên zarokên xwe bin, em ê li her qadê li ber xwe bidin. Em ê li ser şopa wan bimeşin û li pey doza wan bin. Îro zarokên me her çendî tiştekî xerab nekiribin jî di nava çar dîwaran de girtî ne. Kesê zirarê didin civakê û karên xirab dikin tev tên berdan. Lê zarokên me bernadin. Em ji Wezareta Dadê re dibêjin bi qanûnên ku we derxistiye tê lîstin, 30 sal ceza li wan hatiye birîn û cezayê wan qediyaye jî zarokên me nayên berdan, di girtîgehê de zagonên nû çêdikin. Em vê yekê qebûl nakin. Zarokên me li hundir û em weke malbat li derve li ber xwe didin."

BANGÊ MALBATAN

Guler xîtabî hemû malbatên girtiyan kir û got, “Em bang li hemû malbatên girtiyan dikin ku bibin dengê zarokên xwe. Bila li dijî qanûnên ku li hember zarokên wan hatine derxistin, derkevin. Ez jî xizmê girtiyekî nexweş im. Divê birayê min bê berdan, lê nayê berdan. Ti girtiyê nexweş nayê berdan."

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanê”, “Maf, hiqûq, edalet” û bi çepikan bi dawî bû.