Malbatên Girtiyan: Dinya bi dor e!

Malbatên girtiyan ên li Amedê li Nobeta Edaletê dewam dikin, gotin: "Em zilma dewletê qebûl nakin."

240 roj in Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û înfaza wan şewitandî li Amedê berdewam e. Malbat, li ber Saziya Tiba Edlî (ATK), li hev civiyan. Komeleya Yekîtî û Çandê ya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwariyan re (TÛAY-DER), endam û rêvebirên Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştgiriya malbatên di çalakiyê de kir. 
 
Încî Guler a xizmek ji xizmên girtiyên nexweş, got ku 9 meh in ew daxwaza edaletê dikin û wiha nerazîbûn nîşan da: "Banga me li partiyên siyasî ye ku ew qanûnên bi cih nayên anîn bi îmzeyan wan bûne qanûn. Lê li îmzeyên xwe nabin xwedî. Hûn li xwe, li şerefa xwe nabin xwedî; hûn ê çawa li me bibin xwedî."

Guler her wiha nerazîbûn nîşanê nekirina dengê xwe ji daxwazên malbatan re jî da û wiha axivî: ‘’Îro edalet ji me re, lê wê sibehê roj jî ji we re bivê. Girtiyên me yên nexweş nayên dermankirin. Bijîşkên sond dixwin û dest bi kar dikin bila bi sonda xwe bikin."

Gulerê, axavtina xwe wiha qedand: "Vê zilma dewlet îro li me dike wê sibehê li wan bibe. Em vê zilmê ne îro ne jî sibehê qebûl nakin."