Malbatên Şirnexî: Eger em tecrîdê bişikînin em ê bi ser bikevin

Malbatên berxwedêrên greva birçîbûnê yên Cizîr û Silopiyayê xwedî li berxwedana xizmên xwe derketin û gotin, "Eger em tecrîdê bikişînin, hingî em ê bi hev re bi ser bikevin."

Malbatên Şirnexî li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Silopiyayê li hev civiyan. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî destek da wan.

Hevseroka HDP'ê ya Silopiyayê Fatma Gunduz li civînê axivî û bi bîr xist, greva birçîbûnê ya Guven di roja 105'an, ya girtiyan jî di roja 67'an de ye. Gunduz anî ziman, girtiyên ji Silopiyayê Omer Kabûl, Hakan Kûtlûk, Salîh Kûtlûk û Hamza Arzûman jî di greva birçîbûnê de ne û got, "Em piştgiriyê didin vê berxwedana însanî ya hevalên me. Daxwazên wan daxwazên me ne."

BANG LI CPT HATE KIRIN

Gunduz bang kir û got, "Divê Komîsyona Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT), vê berxwedana însanî ya Leyla guven û hevalên me bibînin, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan zextê li dewleta Tirk bikin û bi berpirsyariya xwe rabin."

ÎMÎR: EGER EM TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN EM Ê BI SER BIKEVIN'

Îmîr jî got, "Rojeva me ya sereke divê bidawîbûna tecrîdê be. Em zanin; eger em tecrîdê bişikînin em ê bi ser bikevin. Eger tecrîd bê şikandin wê demokrasî bê. Beşek ji vê berxwedanê gel bi xwe ye. Divê em dengê berxwedêrên greva birçîbûnê bilind bikin."

CIZÎR

Li Cizîrê jî xizmên berxwedêrên greva birçîbûnê li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Rêvebera HDP'ê Guler Tunç daxuyanî da û işaret bi girîngiya berxwedana grevên birçîbûnê kir. Tûnç her wiha diyar kir, saziyên navneteweyî li pêşberî tecrîdkirina Ocalan xwe ker, lal û kor dikin.