Malbatê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Sagniç girt

Malbatê cenzeyê gerîlayê HPG’ê Muhammed Sagniç bi nasnav Demhat Samet ku di şerekî yê operasyona 17’ê Tebaxê ku li devera Kato Marînos a navçeya Elkê ya Şirnexê de şehîd bûbû, ji Colemêrgê girt.

Malbatê cenzeyê gerîlayê HPG’ê Muhammed Sagniç bi nasnav Demhat Samet ku di şerekî yê operasyona 17’ê Tebaxê ku li devera Kato Marînos a navçeya Elkê ya Şirnexê de şehîd bûbû, ji Colemêrgê girt, ji bo definkirinê ber bi Wanê ketin rê. Piştî testa DNA’yê û şûnde cenzeyê Sagniç ji aliyê malbatê ve hate girtin, tê payîn ku îşev veşêrin.

HPG’ê têkildarî şerê ku Sagniç têde şehîd bûbû ev gotibû: “Hevalê me Demhat li nava malbateke welatparêz, dilsozê kevneşopiyên xwe û kedkar ji dayik bû. Li dijî her şwêwe pêkanînên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a faşîst xwe parast û ji bo dawî li zilma dewleta faşîst bîne sala 2016'an tevlî nava refên gerîla bû. Di demeke kurt de pêvajoyên perwerdeyê hemû bi serketî qedand, di rêbaz û taktîka gerîla ya demê de xwe kûr kir. Her tim xwest li eniya herî pêş a berxwedanê cih bigire û li dijî dewleta faşîst di têkoşînê de bi roleke çalak rabû. Li qada Kato Marînosê li dijî artêşa dagirker bi rojan bi lehengî li ber xwe da û tevlî karwanê nemiran bû. Hevalê me Demhat bi têkoşîna xwe, bi sekna xwe ya fedayî ya li eniya berxwedanê, bû meşaleya ku rêya me ya serketinê ronî dike.”