Malbatan biryara ‘JÎTEM’ a daraza Tirk şermezar kirin

Xizmên windayan ên li Amed û Êlihê hatin ba hev, lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Malbat û parêzvanên mafê mirovan biryara berdanê ya ‘Doza JÎTEM’ê şermezar kir.

AMED

Xizmên windayan û Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 566’an de kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Nûner û rêveberên ÎHD û parazvanên mafên mirovan li pêş şaxa ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan rakirin û qurnefil danîn ser wêneyan. Di çalakiyê de Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayin û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiyê de Baroya Amedê, Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Înîsiyatifa Heq û Odeya Tabîban a Amedê hevpar daxuyani dan.

Li ser navê parazvanên mafên mirovan Endamê komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Hasan Yalçin, diyar kir ku ji bo aqûbeta kesên bi zorê hatin windakirin û berpirsên wan bên darizandin bi salan in bê navber têdikoşin. Yalçin, anî ziman ku ji bo êşên civakî bên dermankirin divê bi ronîkirina heqîqetê pêkan be."

Yalçin, diyar kir ku îhlalên mafên mirovan ên pir giran pêk hatine û wiha axivî: "Dewlet û desthilata siyasî xwedî erke ku van binpêkirina mafan ronî bike. Li aliyê din jî pergala darazê tevî ew qas belge, delîl û agahiyan dîsa berpirsan diparêze û bincil dike. Pergala darazê êşa heyî li şûna derman bike, qat bi qat zêdetir dike. Mînaka vê yekê "Doza JÎTEM'ê" ya Enqereyê ye. Di navbera salên 1993-1996'an de li Herêma Enqereyê 19 kes bi zorê hatin revandin û windakirin. Pergala darazê di van biryaran de mixabin, li xizmê windayan guhdar nakin."

Yalçin, xwest di bin baneya Meclîsê de Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê û Xwerûbûna Paşerojê" bê avakirin û ji bo xebatê gav bên avêtin. Çalakî bi rûniştina 5 deqîyeyan bi dawî bû.

Parazvanên mafên mirovan piştre gora Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) Vedat Aydin ê di 5'ê Tîrmeha 1991'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û Madenê hat kuştin piştre li Deriyê Çiyê ji aliyê deh hezaran ve hat definkirin ziyaret kirin.

ÊLIHÊ

Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 472’an de li pêş avahiya Komeleya ÎHD'ê ya Êlihê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.

Xizmên windayan dîsa pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan rakirin. Di çalakiyê de parazvanê mafê mirovan û Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Ercan Başar, diyar kir ku bi daxwaza “Bila aqûbeta windayan bê ronîkirin, kesên ev êş bi malbatan dane jiyand8in bila bên cezakirin" dîsa li hev kom bûne û wiha got: "Em parazvanên mafên mirovan, bang li rêveberên dewletê dikin. Em dibêjin bila edalet pêk bê. Heta edalet pêk bê em ê vê têkoşîna xwe ya mirovî û li gorî hiqûqê berdewam bikin." -

Başar herî dawî çîroka Serokê Federasyona Komeleya Xwendekarên Tirkiyeyê Îsmaîl Bahçecî yê di 24'ê kanûna 1994’an de li Stenbolê hat revandin û windakirin xwend û wiha got: "Ji bo di serî de Îsmail Bahçecî û hemû windayên din kujerên wan bên dîtn û darizandin divê îktîdara siyasî û hemû erkên dewletê erka xwe pêk bînin."

Parazvanên mafên mirovan piştî daxuyaniyê belav bûn.