Malbata Mam Beşîr serdana Konê Berxwedanê kir

Malbata Mam Beşîr (Hesen Dûtar) serdana konê berxwedanê yê li Şengalê kir, ku ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê 21 roj in dewam dike.

Nobeda Berxwedanê, ku bi konê li ber Asayîşa Êzidxanê hatiye vedan, pêk tê, di roja 21'ê de ye.

Nobedarên îro şêniyên komelgehên Borik û Duhlayê ne.

Îro her wiha Malbata Mam Beşîr (Hesen Dûtar) û Berdevkê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Cercûr Cemîl serdana berxwedêran kirin.

Cercûr Cemîl ji çalakgeran re axivî û diyar kir ku ev çalakiya li navenda Êzidxanê li Şengalê pêk tê, çalakiyeke rûmetê ye û divê rêz jê re bê nîşandan.

Cercûr Cemîl destnîşan kir ku bêyî têkoşînê tiştek nayê bidestxistin û got, "Ji bo careke din Êzidî neyên qirkirin ev berxwedan gelekî giranbuha ye. We pêşî li fermaneke nû girtin."