Malbata gerîlayê winda dixwaze PDK daxuyaniyekê bide

Malbatê gerîlayê HPG’ê Dijwar Berxwedan ê ku piştî êrişa PDK’ê ya di 26’ê Tîrmehê de agahî jê nayê stendin, dixwaze PDK rewşê zelal bike û daxuyaniyekê bide.

Di 26’ê Tîrmehê de li nêzî gundê Bêxme yê Xelîfana Başûrê Kurdistanê êrişî komek gerîlayan hatibû kirin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê di 31’ê Tîrmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û ji bo gerîlayên ku agahî ji wan nayê stendin, xwestibû bila PDK daxuyaniyekê bide.

Malbate gerîlayê HPG’ê Dijwar Berxwedan yê ji Hesekê jî ji bo aqûbeta zarokê xwe çûn deriyê sînor ê Sêmalka. Bavê wî Şerîf Xelef, dêya wî Roz Welî Xelîl û birayên wî Kawa Hesen Xelef û Diyar Hesen Xelef di destê sibehê de çûn ber deriyê sînor ê Semalka.

Dema ku ev nûçe hate amadekirin, agahiyên zelal nehate bidestxistin bê ka malbat derbasî Başûrê Kurdistanê bûye yan na.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê gerîlayan ev daxuyanî dabû:

“Koma ku têkiliya me jê qût bûye, koma hevrê Serwer Serhat a di Fermandariya Eyaleta Xakûrkê de cih digire ye. Li gel hevrê Serwer hevrê Dijwar Berxwedan, Wargeş  Çirav û bi giştî komeke ji 3 hevrêyan  bi meşê derketine ser rê. Hevrê Serwer yek ji fermandarê herî bi ezmûn ê di pêvajoya berxwedanê ya li Bakurê Kurdistanê ye. Dema ji bo ji bo erka xwe ya fermandariya Eyaletê ya nû hatibû erkdarkirin ji bo biçe Behdînanê, li derdorî Bêxme ya girêdayî Xelîfan ji aliyê me ve hate piştrastkirin ku êrîşî wan hatiye kirin. Lê li ser encamê êrîşê ti agahî nehatiye zelalkirin.

Li ser aqûbeta van hevrêyan heta niha ji aliyê PDK’ê ve ti agahdariyek nehatiye kirin. Di vê mijarê de carekî din bi raya giştî re parve dikin ku li bendê ne ku PDK daxuyaniyek bide.”