Malbata Bûldan spasiya gelê Mexmûr û dostan kir

Berdevka Çapemeniyê ya Tevgera Ciwanên Mexmûrê Avyan Bûldan 8’ê Sibatê li Hewlêrê di encama dil êşê de rehmet kiribû. Malbata Bûldan peyama spasiyê ji bo gelê Mexmûrê û her kesê êşa wan parve kir, weşand.

Berdevka Çapemeniyê ya Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Endama Koordînasyona Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) Ayvan Bûldan 8’ê Sibata 2019’an li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê di encama dil êşê de rehmet kir.

Konê sersaxiyê ya Bûldan li mala malbatê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî hate danîn. Malbata Bûldan ji bo xemgîniya gelê Mexmûr û dostan peyama spasiyê weşand û wiha got: "Em gelek spasiya dost û heval, gelê me yê welatparêz ku ji her deverên cîhanê xwe gihandin me û xemgîniya me parve kirin û bi taybet jî ji biçûk heta mezinan yek bi yek, dîsa sipasiya gelê xwe yê kedkar, welatparêz û berxwedêr yê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî dikin ku di her kêliya êşa me ya giran de bi me re bûn. Her ferdek yê wargehê mîna keça xwe, xwîşka xwe xema giran ya keça me bi me re parvekirin û bûn şirîkê xema me. Mîna hemû caran dîsan gelê wargehê ev birîna kûr pêçan û derman kirin. Em sipasdar û minetdarê we tevan in. Eger hûn neban me nedikarî vê xema giran rakin û vê birînê bi pêçin.”

Xwişka Avyan Bûldan, Evîn Bûldan ku edîtora Azadiya Welat û Rojeva Medya bû sala 2017’an li Amedê di encama dil êşê de rehtmet kiribû.