Malbata Aslan 4 sal in li benda cenazeyê zarokê xwe ye

Malbata Aslan ku ji Adara 2017'an û vir ve li cenazeyê zarokê xwe digere, bersivê ji saziyên dewletê nagire. Nizanin ku zarokê wan sax e yan jî mirî ye.

Dewleta Tirk êrişên li dijî miriyên Kurdan û nedana cenazeyên zarokên wan weke polîtîkayekê dewam dike.

Mehmet Nûrî Aslan sala 2017'an li Geverê jiyana xwe ji dest da. Malbata Aslan 4 sal in nikarin cenazeyên zarokê xwe werbigirin.

Saziyên pêwendîdar agahiyê nadin ku Aslan jiyana xwe ji dest daye yan jî sax e.

Lê belê kek Mûzaffer Aslan dibêje ku birayê wî jiyana xwe ji dest daye, wî ev yek ji hesabên medya dîjîtal ên jenderme û polîsan di Adara 2017'an de tespît kiriye.

Mûzaffer Aslan anî ziman ku 4 sal in wan serî li her saziyên dewletê dane, lê belê encamek bi dst nexistine û ji bo dawî li vê rewşa nediyar bê anîn wê israr bikin. Aslan diyar kir ku li ser şehîdbûna birayê wî di çapemeniya Tirk de jî nûçe hatin weşandin, lê belê hêzên ewlekariyê vê qebûl nakin û bi rengekî nebaş nêzî malbatê dibin.

'LÊGERÎNA BI RENGÊ TAZÎKIRÎ'

Mûzaffer Aslan diyar kir ku ji roja bihîstine ku birayê wî şehîd bûye wan agahiyeke têrker wernegirtine û got, "Dema ku me nûçeyên li ser mijarê bihîst yekser serî li Dozgeriya Geverê dan. Bêguman nêzîkatiya wan a li me qet nebaş bû, nebûn alîkar. Heta ku em gihîştin wê derê li gelek deveran bi rengekî tazîkirî li ser me geriyan. Piştî ku me serlêdana xwe kir, ji me re gotin ku wê agahiyê bidin, lê belê heta niha ti agahî nedane."

'BILA AQÛBETA BIRAYÊ MIN EŞKERE BIKIN'

Aslan ragihand ku Dozgeriya Geverê berê wan daye Wan û Meletiyê, lê li wan deveran jî ti encam wernegirtine û got, "Birayê min hatiye qetilkirin yan na, agahî li ber destê me nîne. Hatibe qetilkirin jî divê ji me re bêjin ku cenazeyê wî li ku ye. Ji ber ku em meraq dikin. Heta niha em bi aqûbeta birayê min nizanin. Eger goreke wî hebe em dixwazin zanibin, di destê dewletê de be bila wê eşkere bikin. Êdî em ji her tiştî re amade ne."