Malbata Şenyaşar: Zilm ji aliyê daraza Tirk ve tê kirin

Şenyaşar ên di berxwedanê de got, "Zilmek mezin ji aliyê daraza Tirk ve tê kirin. An wê me li vir bikujin, an jî wê edaletê pêk bînin."

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û Ferîd Şenyaşar roja 492’emîn de ye. Ferît Şenyaşar got, “Bi rêya darazê zilmeke mezin li me tê kirin. Birayekî me 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin, tenê ji bo ku dilê wan xweş bike. Dozgerên ku îmze avêtine binê vê biryarê niha bi malbatên xwe re di betlaneyê de ne û bi wan re dema xwe derbas dikin. Ez li dozgerên ku bûye sedema ev dayik salek û nîv li vir rûniştî ye wek kesên ku hesta xwe ya mirovahiyê winda kirine dibînim. Mirov bûya wê ev zilm qebûl nekiribûya û îmze neavêtibûya binê van biryarên dijhiqûqî.”

Şenyaşar diyar kir ku ew bi biryar in ku heta edalet pêk bê nobeta xwe bidomînin û got, "2 tişt wê me ji vir rakin: An wê me li vir bikujin an jî wê edaletê pêk bînin."