Malbata Şenyaşar: Yildiz ê ku biryara girtina wî heye li Rihayê digere

Malbata Şenyaşar got, "Têkildarî Îbrahîm Yildiz biryara girtinê hatiye dayin, lê 3 sal e bi rehetî li nava Rihayê digere."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, 118 roj in 'Nobeda Edaletê' digire.

Malbata ku çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê dewam dike, li ser hesabê medya dîjîtal peyamek weşand û diyar kir ku Enver Yildiz û Îbrahîm Yildiz ên ku biryara girtina wan heye, 3 sal in nayê girtin û wêneyê wan parve kir. Malbata Şenyaşar li binê wêne jî ev not danî: "Tirkiye welatê demokrasî û azadiyê ye! Yê bixwaze karê xwe xurt dike û diçe teslîm dibe (Enver Yildiz), têkildarî Îbrahîm Yildiz biryara girtinê heye (!) 3 sal in li Rihayê bi rehetî digere. Li pişt wî apê wî yê parlamenter heye."