Malbata Şenyaşar: Yên li ber bêedaletiyê ranabin wê winda bikin

Malbata Şenyaşar ku 492 roj in nobeta edaletê didomîne got, "Yên ku li hemberî qîrînên ji bo edaletê yên ji her aliyê welat bilind dibe bêdeng dimînin, wê winda bikin."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, di 9'ê Adara 2021'ê dest pê çalakiya li pêşiya Edliyeya Rihayê kiribûn.  Çalakiya malbatê di roja 492’an de jî berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî beşdarî çalakiyê bibe, kurê wê Ferît Şenyaşar dest bi çalakiyê kir.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dijîtal ev parvekirin kir: "Yên ku li hemberî qîrînên ji bo edaletê yên ji her aliyê welat bilind dibe, bêdeng dimînin bi taybet Edliyeya Rihayê wê winda bikin.”