Malbata Şenyaşar tê astengkirin û cezayê pere lê tê birîn!

Polîsên ku xwestin Malbata Şenyaşar asteng bikin, cezayê pere li Ferît Şenyaşar birî.

Çalakiya nobeda "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê didome. Polîsan careke din mudaxaleyî çalakiya malbatê kir.

Polîsan, bi hinceta pankarta ku malbatê bi bariyerên edliyeyê ve daliqand, hewl da Ferît Şenyaşar destgîr bike. Emîne Şenyaşar li dijî hewldana destgîrkirina kurê xwe derket. Di encama berxwedana malbatê de polîsan dev ji biryara destgîrkirinê berda. Li ser vê yekê dayik Şenyaşar pankart girt û li pêş deriyê edliyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Şenyaşar a li vir lorand, tiştên jiyan ji kesên derdorê re vegot.

Piştî demekê endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û rêveberiya Baroya Rihayê hatin cem malbatê. Di encama qanehkirina parêzeran de dayika Şenyaşar pankartê girt û derket derveyî baxçeyê edliyeyê. Dema ku Ferît Şenyaşar pankart bi bariyeran ve kir, polîsan bi gotina “qedexe ye” asteng kirin. Li ser vê yekê malbatê pankart li erdê dirêj kir û çalakiya xwe domand.

Emîne Şenyaşar, bertek nîşanî tiştên bi serê wan hatin da û wiha got: “Hûn çima her tim li derdora me digerin? Herin kujeran bigirin. Em bi rojan e li vir li edaletê digerin. Wijdan û merhamet nîne? We dowizên me dizîn. Niha jî dixwazin vê kaxizê bigirin. Çi zirara vê kaxizê heye? Dewlet nema ye. Ji kujeran parlementer dibe? Êdî bes e hûn ê heta kengî zilma xwe bidomînin?”

Polîsan bi hinceta pankartê di çarçoveya xala 42’yemîn a Qanûna Qebehetan de cezayê pereyan li Ferît Şenyaşar birî. Nobeda malbatê ya li pêş edliyeyê didome.