Malbata Şenyaşar: Sûcdar tên parastin

Emîne Şenyaşar a ku xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’ê du kurê wê û hevserê wê qetil kiribû, diyar kir ku sûcdar tên parastin.

Li Sirûca Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz du kur û hevserê Emîne Şenyaşar qetil kiribû. Şenyaşar diyar kir ku di pêvajoya darizandinê de tu pêşketin tune û li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Malbata Şenyaşar piştî bidawîbûna betlaneya edlî duh çûn ba Serdozgerê Komarê. Malbatê diyar kir ku dozger ji roja pêşîn ve heman tiştan dibêje û ji ber vê jî dest bi çalakiya rûniştinê kirine.

‘DOZGER BI KEN BERSIV DA ME’

Ferît Şenyaşar ê ku ji qetlîamê birîndar filitîbû diyar kir ku xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz berê li dikanê û piştre jî li nexweşxaneyê êrîşî wan kirine û got ku “Bi 17 çekên cihê li birayê min dane. Hemû di rapora otopsiyê de heye. 15 meh ji ser bûyerê derbas bû. Herî dawîn di Sibata borî de em bi Serdozgerê Komarê yê Rihayê re rûniştin. Serdozger ji me re got wê heta mehekê îddîaname were amadekirin. Me jî jê bawer kir û betlaneya edlî kete navberê. Duh betlane qediya û em dîsa pê re rûniştin.  Me dîsa qala derdê xwe kir lê serdozger bi ken bersiva me da û got ‘Biçe li malê rûnên. Em ê tişta pêwist bikin’ 15 meh ji ser vê qirkirinê derbas bûye. Kesên ku ev qetlîam kirine her roj li Sirûcê li pêş dikana me derbas dibin.

‘EM DEV JI DOZÊ BERNADIN’

Niha di dosyeyê de bi tenê kesek girtî ye. Ew jî birayê min e û ew sewqî Girtîgeha Xarpetê kirine. Ew di hucreyeke yekkesî de ye. Ji ber helwesta dozger me dest bi çalakiya rûniştinê kir. Îro jî em bi dozgerê dosyeyê re rûniştin, wî jî heman bersiv da. Em ê heta kîngê li benda wan bin, em nizanin. Lê em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.”

Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî bi Serdozgerê Komarê re rûnişt. Oncel daxwaza malbatê ragihand ji serdozger re û diyar kir ku serdozger soz daye ku heta mehekê wê doz were vekirin.

Oncel vê soza serdozger ragihand ji malbatê re û xwest çalakiya xwe bi dawî bikin. Malbatê jî diyar kir ku heke heta mehekê doz neyê vekirin wê dîsa dest bi çalakiyê bikin.