Malbata Şenyaşar pirsî; edalet li kû ye!

Malbata Şenyaşar ya xizmên xwe wendakirî di roja 214’an a çalakiya nobetê de peyama edalet wenda ye da.

Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 214’emîn de didome.

Ji ber ku Ferît Şenyaşar çû hevdîtina birayê xwe, Fadil Şenyaşar ê 3 salan zêdetir e li Girtîgeha Xarpêtê hucreya yek kesî de tê girtin, dayika Emîne Şenyaşar îro tena serê xwe, nobet da destpêkirin. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê 214 roj in didome. Pankarta me 14 roj in di bin çavan de ye, dayika min li pêş edliyeyê ye, ez jî (Ferît Şenyaşar) di hevdîtina birayê xwe yê 3 sal in li Xarpêtê bi awayekî bêhiqûqî tê girtin de me. Edalet li ku ye nediyar e!”