Malbata Şenyaşar: Parlementerekî AKP’ê malbatek qir kir

Malbata Şenyaşar a ku 234 roj in berxwedana xwe didomîne, got “Parlementerekî partiya desthilatdar malbatek qir kir.”

Emîne Şenyaşar a ku li Sirûca Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz du kurên wê û hevjînê wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, di 9’ê Adarê de dest bi Nobeta Edaletê kiribû.  Nobeta Edaletê di roja 234’an de didome.  Malbat îro jî hat ‘Qada Edaletê ya Malbata Şenyaşar’ û nobeta xwe domandin.

Ferît Şenyaşar bal kişand ser salvegera komarê û got “Wê rayedarên dewletê û wezîr dîsa li ber medyayê qada demokrasî û edaletê bikin. Li Dadgeha Rihayê zilm heye. Hemû gel bi vê zilmê dizanin. Parlementerekî partiya desthilatdar malbatek qir kir. Dayikek 8 meh in li ber dadgehê ye, bi tenê darizandineke adilane û lêpirsîneke xurt dixwaze. Her kes bi vê zilmê dizane lê rayedar tu daxuyaniyê nadin. Ji ber ku kesên ev zilm kirine, xwe li pişt destilatdariyê vedişêrin û ji ber wê deng ji kesî nayê. Heta ku ev dayik li ber dadgehê vê nobetê bidomîne, bila tu kes qala dewleta hiqûqê neke.”

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî got “Heta ku vê zilma li ber deriyê Dadgeha Rihayê bidome, wê berê saziyên darizandinê û piştre jî rêveberên hikumetê birizin. Heke kevirek di şûna vê dayikê de bûye, wê biteqiya. Dibe ku sibe dereng be. A niha edalet lazim e! Ji bo hemû kesan edalet!”