Malbata Şenyaşar: Parlementerê ku qetlîam kir tê parastin

Ferît Şenyaşar ê ku tevî dayika xwe berxwedana xwe didomîne got “Parlementer û malbata wî ya ku qetlîam kirin, tên parastin.”

Emîne Şenyaşar a ku xizm û parêzvanê parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, di roja 224’an de nobeta edaletê didomînin.

Ferît Şenyaşar got “Parlementerê ku qetlîam kiriye û malbata wî tên parastin. Ev ne dozeke biçûk e, ev êdî doza hemû civakê ye.”

Şenyaşar banga hevgirtinê li raya giştî û derdorên siyasî kir û got “Medyaya nêzî desthilatdariya AKP û MHP’ê dixwaze ser qetlîamê bigirin.”

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal jî got “Ji ber ku parlementer û malbata xwe ev qetlîam kirine, hiqûq bi cih nayê. Tirkiye û dinya bi tenê temaşe dikin.”