Malbata Şenyaşar li aqûbeta dîmenan pirsî

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin nobeda xwe didomînin, pirsa ka çima dîmenên komkujiyê nehatin dîtin û li ku ne kirin.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiyê kiribû.

Di roja 567’emîn a Nobeda Edaletê de malbatê li qada bi navê "Koşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" a li ber edliyeyê dîsa dest bi çalakiyê kir.

Emîne Şenyşar bertek nîşanî beşdarbûna Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ya ligel parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz a Mîhrîcana Hinarê ya Pirsûsê da û got, “Çima hûn dîmenên ku malbata min qetil kirine nabînin? Dîmenên me li ku ne? Li nexweşxaneyê malbatek çawa tê qetilkirin? Tu sûcê me tunebû. Hûn bi kesên ku vê komkujiyê pêk anîn re çawa tevdigerin?”