Malbata Şenyaşar: Kujeran pişta xwe spartine Erdogan

Malbata Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de diyar kir ku berpirsyarên qetlîamê xwe dispêrin Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan.

Emîne Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurên wê qetil kiribûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû. Nobeta Edaletê di roja 620’an de didome.

Malbata Şenyaşar a ku tevî baranê jî nobeta xwe dewam kir, li ser medyaya dijîtalê daxuyanî da.

Li ser hesabê medyaya dijîtalê ya malbatê wiha hate gotin, " Yên ku li ser kar li ber çavên bi sedan şahidan êrîş kirin û li nexweşxaneyê komkujî kirin, pişta xwe spartine Erdogan û ji bo komkujiyê dibêjin ‘eger bûye, bûye’. Em hêza xwe ji baweriya xwe digirin."