Malbata Şenyaşar: Jiyana bê edalet nabe
Emîne Şenyaşar û kurê wê yên ku berxwedana xwe didomînin gotin “Jiyana bêyî têkoşîna edaletê nabe. Ev wekî nan û avê ye.”
Emîne Şenyaşar û kurê wê yên ku berxwedana xwe didomînin gotin “Jiyana bêyî têkoşîna edaletê nabe. Ev wekî nan û avê ye.”
Emîne Şenyaşar a ku xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû li pêşiya Dadgeha Rihayê, Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Çalakî di roja 227’an de didome.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal got “Dibêjin qey em ê piştî sê çar rojan dev ji nobeta xwe ya edaletê berdin. Wan digotin qey em ê ji ber zextan dev ji têkoşînê berdin. Jiyana bêyî têkoşîna edaletê nabe. Ev wekî nan û avê ye.”