Malbata Şenyaşar: Heta dawiyê em ê têbikoşin

Malbata Şenyaşar got ku li ber edliyeya Rihayê li ber xwe dide got, ''Em ê heta dawiyê têbikoşin''

Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 207’an de, dewam dike. Ferît Şenyaşar diyar kir ku ew û diya xwe 207 roj in li benda lêpirsîneke karîger û darizandineke dadmend in.
 
Şenyaşar, da zanîn li holê komkujiyek heye û wiha got: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 mirov hatin kuştin. 3 sal û 3 meh bi ser komkujiyê re derbas bûn. Li gel vê jî dozgeran hîna doz ne vekirine. Bi vê awayî dibin hevkarê vê komkujî û vî sûcî. Têkoşîna me êdî ji takekesî derketiye. Li welat her kes piştgiriyê dide têkoşîna me. Îro meclîs vebû. Hemû partiyên siyasî vê doza me ya mafdar dişopînin. Divê di meclîsê de, yek ji mijarên sereke yên bibin rojev ev doza me be. Em ê heya dawiyê têbikoşin û ji ber deriyê edliyê neçin.” 
  
Şenyaşar, dest nîşan kir ku ji ber zextên siyasî birayê wî bi awayekî bêhiqûq hat girtin û ev bang li meclîsê kir: “2 daxwazên me hene. A yekê em dixwazin birayê me yê girtî serbest were berdan. A duyan jî, em naxwazin li ser sûcê li nexweşxanê hat kirin, bê girtin. Ji ber vê em bang li parlamenterên di Meclîsê de dikin. Em dixwazin ev neheqiya li ber Edliyeya Rihayê di zûtirîn demê de were rakirin.”