Malbata Şenyaşar: Heta bicihhatina edaletê em ê li ber xwe bidin

Malbata Şenyaşar ragihand ku heta edalet bi cih bê ew ê berxwedana xwe dewam bike.

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, li ber edliyeya Rihayê ji 9'ê Adarê ve çalakiya nobeda edaletê dike. Çalakî kete roja 205'an.

Li ser hesabê medya dîjîtal ê malbata Şenyaşar ev peyam hate parvekirin: "Têkoşîna me ya ji bo edaletê êdî ji rojan veguherî hefteyan ji hefteyan veguherî mehan, meh bûn demsal, demsal bûn sal. Heta ku em sax bin, heta edalet pêk were em ê li ber Edliyeya Rihayê bin."