Malbata Şenyaşar: Heke hevgirtin hebe wê edalet pêk were

Malbata Şenyaşar diyar kir ku edalet wê bi hevgirtinê pêk were û bang li raya giştî kir.

Emîne Şenyaşar a ku parêzvan û xizmên parlementerên AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibûn tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû li pêşiya Dadgeha Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû. Çalakiya wan di roja 120’an de didome. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di destê sibehê de hatin pêşiya dadgeha Rihayê û bi dowîzên ‘Ji bo her kesî edalet’ û ‘Dayikek 120 roj in li pêşiya dadgeha Rihayê di nobeta edaletê de ye. 2 kurên wê û hevjînên wê li nexweşxaneyê hatin kuştin. Ji ber ku parlementer di nav qetlîamê de ye, 3 sal in doz nayê vekirin’ dest bi nobetê kirin.

Berxwedêra Yukselê Merve Demîrel a ku bi KHK’ê ji kar hatibû avêti û li Rêya Yukselê ya Enqereyê tevlî çalakiyên ‘Em karê xwe dixwazin’ bûbû tevî Fîlîz Ozçelîk a ku dayika wê Edîbe Ozçelîk di 21’ê Çileya 2020’an de li Samandaga Hatayê di serdegirtina malê de dilê wê sekinîbû, hate serdana malbatê. Demîrel di çalakiya nobetê de axivî û got “Îro roja 120’an e û ji ser qetlîamê 3 sal derbas bû. Em dizanin ev serdan hêzê dide malbatê. Em bang li hemû kesan dikin ku bila werin serdana malbatê û li daxwaza wan a edaletê guhdarî bikin.”

Fîlîz Ozçelîk jî diyar kir ku ew hefteyê 2 rojan li Parka Abdullah Comert û li pêşiya dadgehê Nobeta Edaletê digirin û got “Têkoşîna me kete hefteya 71’an. Em ji hemû kesan edaletê dixwazin. Em hatin serdana berxwedana malbata Şenyaşar. Ez bawer im wê hemû gelê me di berxwedanê de bibin yek.”

Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû jî diyar kir ku têkoşîna wan a edaletê ketiye meha 4’an û got “Tevî dayika xwe, em têkoşîna xwe didomînin. Em bi hevgirtinê li vir in. Ev hevgirtin roj bi roj mezin dibe. Ji bo hevgirtinê em bang li hemû kesan dikin.”